Çalakvan Seyran Xesrewî ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin
Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê çalakvanek jin a bi navê Seyran Xesrewî ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241125-20241125-seyran-khosrawi-750x430-jpg926c55-image-jpge5f229-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li gor agahiyên ku Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belav kiriye, jina çalakvan a bi navê Seyran Xesrewî ya xelkê bajarê Sine ye, ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin û çarenûsa wê nayê zanîn.
Hat gotin ku di dema binçavkirinê de hêzên rejîmê bi ser mala wê de girtine, gef lê xwarine û bê ku belgeyek yasayî ya ji bo binçavkirinê nîşan bidin, wê binçav kirine.