Çalakvan Raqiya El-Şar: HTŞ’ê şerê mezhebî gûr dike

Çalakvan Raqiya El-Şar ku şahidiyê ji gelek kiryarên cîhadîstên HTŞ’ê re kiriye, tiştên ku li herêmê diqewimin weke sûcê mirovî binav kir û got ku HTŞ’ê li Sûriyeyê şerê mezhebî gûr dike.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Ji dema ku cîhadîstên Heyat Tehrîr el-Şam hatine ser desthilatê, tişt ber bi rêyek dadperwer an aram ve neçûne. Berevajî vêya, nîşanên mezhebîbûnê di peyzaja siyasî û civakî de bi lez derketine holê. Ji sala borî ve ji deverên peravê bigire heya Eşrefiya Sahnaya, Suweyda û herî dawî, li hin taxên Humsê welat şahidiya rêze bûyerên tirsnak kiriye.

Ev pêşketin polîtîkayek nîşan didin ku wekheviya di navbera Sûriyeyê de temsîl nake, lê belê nîşan dide ku welat bi awayekî xeternak ber bi kêmbûna cihêrengiya xwe ve diçe. Ger Heyat Tehrîr el-Şam nêzîkatiya xwe û bandora xwe ya li ser aştiya civakî û avahiya civakî paşguh bike, Sûriye bi xetereya ku bibe dewletek bi nasnameyek û rengek yekane re rûbirû dimîne. Ev rewş, dema ku hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj û hêzek zêde bikar anîn da ku çalakiya rûniştinê belav bikin, eşkere bû. Bê cudahî guleyên zindî li xwepêşanderan reşandin, bi wesayîtên ewlehiya giştî çend xwepêşanderan tepisandin û kaos û panîka ku li Meydana Zehra çêbû, zêdetir kir.

Jenosîda sîstematîk

 Çalakvan Raqiya El-Şar ku bûyerên li Humsê ji bajarê Suweydayê dişopîne, got ku "Bûyerên dawî yên li Humsê bîranînek rêze binpêkirinan in ku ji peravê heta Eşrefiya, Sahnaya û Suweydayê dirêj dibin û niha gihîştine Humsê." Raqiya El-Şar ku bûyerên li Humsê yên di çend rojên borî de wekî "jenosîdeke sîstematîk a ku hin civakên Sûrî hedef digre" bi nav kir, tekez kir ku van operasyonan hemû civakên Sûrî, tevî Elewî, Durzî û Xiristiyanan, hedef girtine. Wê rave kir ku êrîşên ku deverên Elewî yên li Humsê hedef digirin, piştî belavbûna çîrokek ku civaka Elewî bi kuştina zilamek Sunnî û jina wî tawanbar dike, destpê kirine. Çîrokek ku wê ti delîlek zelal nedît. Raqiya El-Şar destnîşan kir ku "tenê delîlên ku belav dibin, sloganên mezhebî yên li ser dîwaran hatine nivîsandin in" û pirsî, "Gelo mimkun e ku kesek ku sûcek kiriye delîlan li dijî xwe bihêle?"

Raqiya El-Şar destnîşan kir ku herêm di bin parastina hêzên Ewlekariya Giştî de ye û berî komkujiyê xalên kontrolê hatine rakirin, bi vî awayî jî "êrîşên li dijî Elewiyan hêsan kirine." Raqiya El-Şar tekez kir ku ev bûyer "rewşek bûn ku ji dema ku Heyet Tehrîr el-Şam hat ser desthilatdariyê ve dihat hêvîkirin" û destnîşan kir ku retorîka mezhebî û polarîzasyona li ser bingeha nasnameyê di wê demê de bi zelalî dest pê kiriye. 

Rêza binpêkirinan

Raqiya el-Şar bûyerên li Humsê bi rêze operasyonên ku li gelek deverên Sûriyeyê hedef digirin ve girêda û got ku "Rejîmê rêbazek sîstematîk li ser bingeha belavkirina îdeolojiya tekfîkrî bi kar anî, carinan bi rêya tepeserkirinê, carinan bi zorê û carinan jî bi rêya belavkirina baweriya olî ya li kolanan."

Raqiya diyar kir dema ku hikûmeta demkî "paqijkirina etnîkî li dijî gelê Sûriyeyê" pêk anî, alozî derket holê. Raqiya, tekez kir ku hincet "hewldanek darbeyê ji hêla bermahiyên rejîma berê ve bû ku eşîran teşwîq kir ku banga alîkariyê bikin." Zêdetirî 150 hezar kes seferber bûn, bi baweriya ku ew baweriya xwe diparêzin û li peravê, li dijî Elewiyan komkujî hatin kirin.

Raqiya El-Şar her wiha bal kişand ser bûyerên bi heman rengî li Sahnaya di Gulana borî de çêbûn. Piştî weşandina vîdeoyek ku zilamek Durzî heqaret li Pêxember Mihemed dikir, bûyer rû dan. Heman rayedaran qebûl kirin ku ew vîdeo çêkirî ye. Ev bû sedema "seferberiyek nû ya eşîrî ku niştecihên Jaramana û Sahnaya hedef digire." Raqiya el-Şar bûyerên li Swêdayê Tîrmeha borî qewimîn, wekî "paqijkirina etnîkî" bi nav kir. Bûyerên ku jiyana bi hezaran sivîlan hedef girt. Raqiya El-Şar destnîşan kir ku gundên li gundewarên rojava û bakur "hîn jî dagirkirî ne û cenaze hene ku niştecih nikarin wan veşêrin." 

Raqiya tekez kir ku bûyerên li Suweydayê "sûcek li dijî mirovahiyê" pêk tînin û bandorên wan îro jî berdewam dikin.

Gotara mezhebî û edaleta veguhêz

Raqiya El-Şar diyar kir ku rejîma heyî di serî de berpirsyarê zêdebûna gotinên mezhebî yên li Sûriyeyê ye. Raqiya El-Şar rejîm bi "veşartin û paşguhkirina dosyaya edaleta veguhêz" û nekarîna derxistina qanûnekê ji bo sînordarkirina gotinên mezhebî tawanbar kir. Raqiya da zanîn ku ew "sedema sereke ya komkujiyên li dijî kêmnetewên li Sûriyeyê" ye. Raqiya El-Şar diyar kir ku gelek civakên li Sûriyeyê rewşa Sûriyeyê nizanin û paşguhkirina vê mijarê xizmeta armanca pêşîgirtina li berpirsiyariya gelek berpirsên rejîmê dike. Raqiye bi bîr xist ku rejîm berê ji ber sûcên li dijî sivîlan, di "lîsteyên terorîzma navneteweyî" de hatibû binavkirin. 

Encamên parastina nêzîkatiya niha

Raqiya El-Şar hişyarî da ku berdewamiya pejirandina heman nêzîkatiyê ji aliyê rejîma heyî ve, dê dabeşbûnên di navbera civakên Sûriyeyê de kûrtir bike. Raqiya, îdia kir ku retorîka şewitî û dijminatiya di navbera van koman de "dikare bibe sedema veqetandina erdnîgarî û derketina navika dabeşbûnek potansiyel."

Çalakvan Raqiya El-Şar redkirina Suweyda ya radestkirina çekan, astengkirina ketina hikûmeta demkî û israra wî ya li ser xwerêveberiyê wekî "biryara rast" bi nav kir. Raqiya diyar kir ku bûyerên li Humsê ev helwest xurt kirine.