Çalakvan Nesrîn Sotoudeh bi kefalet hat berdan
Çalakvana Mafên Mirovan û Parêzer Nesrîn Sotoudeh, ji girtîgeha Tehranê ya Mezin bi kefalet hate berdan.
Navenda Nûçeyan – Îro, parêzer û çalakvana mafên mirovan Nesrîn Sotoudeh çend seat berê bi kefalet ji Girtîgeha Tehranê ya Mezin hate berdan. Berdana wê piştî çend hefteyan ji girtin û veguhestina wê ji Beşa 209’an a Girtîgeha Evînê bo Girtîgeha Tehranê ya Mezin pêk tê.
‘Nesrîn Sotoudeh li mala xwe hat girtin’
Li gorî raporek ku ji aliyê çavkaniyên mafên mirovan ve hatiye weşandin de, Nesrîn Sotoudeh 1’ê Nîsanê, li mala xwe ya li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.
‘Desteserkirina alavên elektronî’
Di dema serdegirtinê de, efserên ewlehiyê alavên elektronîk, di nav de laptop û telefonên desta, yên Nesrîn û hevjînê wê desteser kirin.
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, di heman dema de ku pevçûnên leşkerî dest pê kirin û rewşa ewlehiyê li Îranê dijwartir bû. Hejmarek ji girtiyên siyasî û ewlehiyê yên ku di navenda ragirtinê ya Wezareta Îtlaatê de, ku wekî Beşa 209’an a Girtîgeha Evînê tê zanîn, dihatin girtin, ji bo Girtîgeha Tehranê ya Mezin hatin veguhastin. Her wiha Nesrîn Sotoudeh di nav kesên ku di vê pêvajoyê de hatin veguhastin de bû.
Heta dema weşandina vê raporê, hûrgiliyên derbarê tohmetên li dijî Nesrîn Sotoudeh û şert û mercên doza wê ya qanûnî de nehatine weşandin. Rayedarên dadwerî di vî warî de tu ravekirinek fermî nedane.
Dîrokek ji girtin û zextên dadwerî
Nesrîn Sotoudeh di salên dawî de ji ber çalakiyên xwe yên mafên mirovan, parastina girtiyên siyasî, çalakvanên sivîl û xwepêşanderan gelek caran rastî pirsgirêkên ewlehî û dadwerî hatiye. Berê bi tohmetên wekî “propagandaya li dijî rejîmê” û “civîn û hevkariyê” hatiye darizandin û cezayên giran lê hatine birîn, her wiha ji xebatên parêzeriyê jî lê hatiye qedexekirin.
Girtin û vekirina dozên dubarekirî li dijî parêzer Nesrîn ji aliyê gelek rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û komeleyên baroyan ve bûye sedema bertekên berfireh. Gelek ji van rêxistinan Nasrîn Sotoudeh wekî yek ji parêzvanên mafên mirovan ên herî navdar li Îranê dibînin ku ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û sivîl zext lê hatiye kirin.
‘Fikarên li ser zextên ewlehiyê yên li dijî Nesrîn berdewam in’
Berdana Nasrîn Sotoudeh ji aliyê çalakvanên mafên mirovan, parêzer û bikarhênerên medyaya civakî ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin. Lê belê, çalakvanên civaka sivîl tekez kirin ku berdana demkî bi kefalet nayê wê wateyê ku doza wê ya qanûnî bi dawî bûye. Fikarên li ser zextên ewlehiyê yên berdewam û sînordarkirinên dadwerî yên li dijî vê çalakvana mafên mirovan hîn jî berdewam dikin.