Çalakiyên xwendekarên zanîngehên Îranê di roja 5’an de didomin
Tevî hewldanên desthilatdariyê yên ku dersê bi awayekî onlîne bidin, çalakiyên xwendekarên li zanîngehên cuda yên Îranê didomin. Xwendekaran di çalakiyê de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin.
Navenda Nûçeyan- Tevî hewldanên desthilatdariyê yên ku dersê bi awayekî onlîne bidin, îro 25’ê Sibatê roja Çarşemê, li zanîngehên cuda yên Îranê çalakiyên xwendekaran didomin.
Di dîmenên hatine weşandin de, xwendekarên zanîngeha Harazmî û Zanîngeha Hunerî ya Îranê, kesên di xwepêşandanên meha Çileyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û dest bi xwepêşandanan kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Hunerî ya Îranê, bi xwendina navê kesên di xwepêşandanên meha Çileyê de jiyana xwe ji dest dane, dest bi çalakyên xwe kirin.
Xwendekarên zanîngeha Harazmî, hem ji bo protestokirina derbasbûna perwerdeyê bi awayê onlîne û hem jî ji bo bîranîna Sagar Seyfollahî yê ku ji zanîngeha Harzamî mezûn bûye û di xwepêşandanên meha Çileyê de jiyana xwe ji dest daye ev dirûşm berz kirin:
‘Ger bibe onlîne dê dirûşm hişktir bibin’, ‘Sond bi xwîna Sagar, em ê heta dawî li ser lingan bin’, ‘Azadî, Azadî, Azadî’.
Her wiha dîmenên aydî xwepêşandanên ku li zanîngeha Parsê hatin li darxistin, îro hatin weşandin. Di van dîmenan de hat dîtin ku dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Hamaney qatîl e, welayeta te ne derbasdar e’ û ‘Xwendekar dimrin, zoriyê qebûl nakin’ berz kirin.
Li ser domandina xwepêaşdanên xwendekaran, zanîngehên Îranê, ragihandin ku heta dawiya sala perwerdeyê, wê dersan bi onlîne bidin. Vê biryarê rê li ber bertekên berfireh vekir.