Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 81’emîn û bi biryardariyek xurt didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 411’emîn de bi dewirgirtina koma 81'emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 80’emîn Serhat Yigit daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke tê zanîn ev qasî 25 salane tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Ev şêwazê tecrîd û işkencê yê fîzîkî, derûnî, destûr nedana hevditîna bi malbat û parêzeran, bi cezayê disiplinê û h.w.d heya roja meya îro hatiye. Ev qasî 4 salane bi tu şêwazî ne hevditina bi parêzeran ne ji mafê telefona bi malbatêre ne hatiye dayin. Di şexsê Rêber Apo de hemû gel Kurd tê tecridkirin, qedexekirina govenda Kurdî û stranên Kurdî êrişkirina ciwanên Kurd ji ber ku bi zimanê xwe axaftinê, bi destê DAIŞ’ê li amedê êrişkirina ser cihên kar yên Kurdan û her wiha tevlîbûna maça Amed spor bi posterên Esat Oktay Yildiray yê faşist ku bi hezaran ciwanên Kurd û siyasetmedaran bi destê wî hatine îşkence kirin û şehîdkirin. Ev nişaneya herî berçav a ku feraseta AKP-MHP’ê dijminahiyek çawan li beramberî tevger û nasnama gelê Kurd dide meşandin e.

‘Em jiyanek bê Rêber Apo napejirînin’

Her wiha bi çekên qedexekirî êrişkirina gerilayên azadiya Kurdistanê, talankirina xwezaya Kurdistanê, valekirina gundên Başurê Kurdistanê bi destê xayin û xwefiroşên qaşo xwe bi Kurd bi nav dikin asta dijminatiya Kurdan û hovitiya wan diyar dike.

 

Em weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bang li civata navdewletî û CPT’î dikin li beramberî Serokê gelê Kurd, gelê Kurd yê rastî qetlîam û bêhiqûqî tên, li erk û berpirsyartîyên xwe yên mirovî xwedî derbikevin. Demil dest îşkence û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawi bibe. Ji bo çareserîya pirsgirêk a Kurd bi rêyên aştiyane yekane rêya çareseriyê Rêber Apo ye.

Em jiyanek bê Rêber Apo napejirînin, heta azadiya fizikî ya Rêber Apo misoger nabe, çalekiyên me wê bidome.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 81’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.