Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê du sal li pey xwe hişt

Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 2’emîn salvegera Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, şahiyek hat lidarxistin.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê ya ku di 20'ê Tîrmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, du sal li pey xwe hişt. Bi boneya 2’emîn salvegera Çalakiya Nobetê şahiyek hat lidarxistin.

Şahî bi tevlîbûna şeniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêz girtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz axivî.

‘Divê em dev ji têkoşîn û çalakiyên xwe bernedin’

Edban Yilmaz bal kişand ser biryardariya çalakiyên ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin û ev tişt anî ser ziman: “Wek xelkê wargehê em di gelek êş û nexweşiyan re derbasbûn. Ev êş û nexweşî ti car nebûn sedem ku em di xet û fikrên Rêbertî de dudilî jiyan bikin. Ev 27 salin tecrîd li ser Rêbertî tê meşandin. Armanca wan Rêbertî ji şervanên azadiyê, gel û dostên wî qutkirin bû. Lê berxwedana gelê Kurd, qehremantiya ku şervanên azadiyê li hember çekên kîmyayî dayî meşandin û çalakiyên dostên Kurd hemu xeyalên dijmin têk birin. Pêwîste em weke gelê Kurd hertim li kêleka Rêberê xwe û tevgera xwe rawestin û têkoşîna xwe bidin meşandin.”

Piştî axaftinê sînevîzyona têkildarî çalakiyê hatî amedekirin hat temaşekirin. Piştre koma mûzîkê ya Akademiya Şehîd Serhed derket ser dikê û stranên xwe pêşkêşkirin. Şahî bi gotina stranan bi dawî bû.