Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma 165’emîn didome
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 165’emîn didome.
Mexmûr – Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 165’emîn, di roja xwe ya 845’emîn de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 164’emîn Roj Yildiztan daxuyaniyek xwend.
‘Wê têkoşîna me bê rawestan berdewam bike’
Di destpêka daxuyaniyê de tevayî cangoriyên şoreşa Kurdistanê hatin bîranîn û ev tişt hat gotin: “Wek xwendekar em didin diyarkirin ku her kêliyekê Rêbertiya me di şert û mercên li girava Îmraliyê de dîlgirtî be, li beramberî pergala qirkirin û îşkenceyê wê têkoşîna me bê rawestan berdewam bike. Wek xwendekarên ku Rêber Apo wek zarokên xwe pênase dike, ger em îro dikarin bi çand û zimanê dayîkê xwe perwerde û rêxistin dikin, bi rastî û heqîqeta Rêber Apo ya bê rawestan pêkan bû û em deyndarê wî ne.”
‘Emê heta dawî çalakiyên xwe bidomîn in’
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wek ciwan û jinên ciwan ewê heta dawiyê dinava têkoşîna azadiya Rêbertiya xwe bin û wiha hat gotin: “Wek ciwan û jinên ciwan ên wargeha Mexmûrê em ê bi pêvajoya ku bi manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ destpêkirî wek Rêber Apo di banga xwe de da diyarkirin ku ‘Emê xwe birêxistin bikin û bi derdora xwe rêxistinkirinê re em ê serbikevin’ ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsogerbikin emê her dinava berxwedan û çalakiyan de bin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 165’emîn û dirûşmeyan dawî bû.