Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 138’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 138’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 138’emîn didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 137’emîn Gulîzar Şirîşeyî axivî.

‘Em ê çalakiyên xwe bi biryardarî bidomîn in’

Gulîzar Şirîşeyî bal kişand ser armanca destpêkirina çalakiya nobetê û ev tişt anî ziman: “Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsogerkirine. Heta ku em bi fîzîkî Rêber Apo dinava xwe de nebînin û azad nekin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 138’emîn dawî bû.