Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 132’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 132’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 132’emîn û biryardariyek xurt didome.
Beriya ku çalakî were dewirkirin di şexsê pakrewanên meha Gulanê de ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 131’emîn Roj Yildiztan axivî.
‘Ji aliyê dewletê ve ti gav ji bo aştiyê nayên avêtin’
Roj Yildiztan bal kişand ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin û ev tişt got: “Dewlet qala aştiyê dike lê em ti pêşketin nabînin ango axaftinên wan tenê ser gotinî dimînin. Wek gelê Kurd heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî nav xwe de nebînin emê dinava çalakiyan de bin.”
Roj Yildiztan dawiyê de diyar kir ku ewê wek ciwan û jinên ciwan ên wargeha Mexmûrê hertim fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwere esas bigrin û têkoşîna xwe mezintir bikin.
Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 132’emîn dawî bû.