Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 124’emin didome
Çalakvanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê saleke zêdetir e bi hêvî û baweriyeke xurt bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya nobetê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 124’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tirmeha 2023’an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 124’emîn û bi hêvî û baweriyeke xurt didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 123’emîn Îsiv Gundikî axivî.
Îsiv Gundikî li ser armanca çalakiya nobeta ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Çalakiya me bi biryardariyeke xurt didome û çalakiya ku li Wargeha Mexmûrê ku ev demeke dirêje me daye destpêkirin astekê pêşenktiyê de ye.”
Heya çalekî negihîje armanca xwe emê berdewam bikin
Îsiv Gundikî berdewamiya axaftina xwe de israra xwe ya gihandina armancê da diyar kirin û wiha pê de çû: “Ji îro pê de jî bi biryardariyeke hîn xurtir heya ku çalekî negihije armanca xwe ya serkeftinê û em Rêbertî di nava xwe de fîzîkî azad nebinin çalakiya me yê berdewam bikin.
Ji bo em bigihîjin armanca xwe emê erken xwe pêk bînin
Îsiv Gundikî li ser çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li seranserê cîhanê dên kirin axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Van çalakiyên hatin kirin dijmin neçar hişt ku gav paşde biavêje. Lê ji bo çalakiyên me bigihijin armanca xwe him li Wargeha Mexmûrê him jî tevahî Kurdistanê em çalakiyên xwe xurtir bikin û erken dikevin ser milên me pêk bînin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 124’emîn û bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ dawî bû.