Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi biryardariyek xurt didome

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 166’emîn, di roja xwe ya 850’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 166’emîn, di roja xwe ya 850’emîn de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 165’emîn Înana Yaman daxuyaniyek xwend.

‘Emê çalakiyên xwe yên demokratîk berdewam bikin’

Di destpêka daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku wek xelkê wargehê wê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dinava têkoşînê de bin û wiha hat gotin: “Em ê wek gelê wargehê yê berxwedêr û weke şagirtên bîrdoziya Rêber Apo bi hişmendiya, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe, bi hemu hêz û şiyana xwe bi girêdayinek xurt, dibin hemu şert û mercan de bêy dudilî têkoşîn bikin. Em ê çalakiyên xwe yên demokratîk berdewam bikin. Ev yek wê ji bo me şagirtên Rêber Apo rêzgeza rasteqîn ya felsefeya jiyanê be. Em ê wek xwendekarên ciwan yên wargeha Şehîd Rustem Cudî vê wek erk û berpirsyartî bipejirînin û em vê girêdanbûnê ji hemu gelê xwe yên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, herwiha Ewrupa bi taybet ji ciwanan hêvî dikin.”

‘Dem dema pêkanîna xeyalên şehîdane’

Daxuyanî bi van gotinan dawî bû: “Em bi hevre destê Rêbertiya xwe xurt bikin. Bi girêdanbûnek rast, felsefe û ramanên Rêbertî di hemu çengên jiyanê de li hemu cihî belav bikin. Ji ber dem dema azadiyê ye, dem dema pêkanîna xeyalên şehîdane. Dem û dîrok vê ji me ciwanan dixwaze.”

Merasîm bi dirûşmeyan dawî bû.