Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi biryardariyek mezin di dome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 192’emîn, di roja 990’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 192’emîn, di roja 990’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 191’emîn Fadîle Mijînî axivî.

‘Azadiya Rêber Apo jî azadiya me ye’

 Fadîle Mijînî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelê azadîxwaz pîroz kir û got: “Çawa rojbûna Rêbertî rojbûna me ye, azadiya Rêber Apo jî azadiya me ye. Em ê her kêlî ji bo Rêberê xwe dinava berxwedan û çalakiyan de bin. Rêber Apo ji bo azadiya gelê xwe di girtîgehê de ye.”

‘Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bi awayek herî xurt bimeşînin’

Fadîle Mijînî bal kişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpê kirin û wiha got: “Rêber Apo pêvajoyek da destpê kirin. Yê ku edalet, aştî û azadiyê bîne cîhanê, Rêber Apo ye. Em ji dewleta Tirk û hêzên ku Rêbertî dîl girtin re jî dibêjin hunê bi kiryarên xwe ti caran sernekevin ango hunê têk biçin. Ji bo wê divê demildest guhdarî Rêber Apo bikin û esas bigrin. Bê guman wê fikrên Rêbertî serbikeve. Wek gelê Kurd, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê ne rawestin û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bi awayek herî xurt bimeşînin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 192’emîn re dawî bû.