Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi biryardarî didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt di roja 935’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 183’emîn, di roja 935’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 182’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

‘Hêzên komploger xwestin komploya 15’ê Sibatê dubare bidin jiyîn’

Qedrî Şirîşeyî bal kişand ser armanca êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û got: “Em bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dinava çalakiyê de ne. Em silav û heskirinên xwe ji Rêber Apo û girtiyên zindanan re dişînin. Di demên dawî de hêzên komploger xwestin komploya ku di sala 1999’an de di şexsê Rêber Apo de pêkanî bûn cardin li ser gelê Kurd pêkbînin. Êrişên li ser Rojava pêkhatin di rastiya xwe de li ser pergal û paradîgmaya Rêber Apo bû. Em tevayî komplogeran şermezar dikin û ji wan re dibêjin ku hûn nikarin gelê me teslîm bigrin û felsefeya Rêbertiya me têk bibin. Herwiha gelê me yê Rojava bi yek dengî helwesta xwe nîşanda. Wek çalakvanên Mexmûrê em têkoşîna wan ji dil û can silav dikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 183’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.