Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 716 roj li peyxwe hişt
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 140’emîn, di roja 716’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 140’emîn, di roja 716’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin di şexsê şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altun de ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 139’emîn mamosta Hêlîn Kara axivî.
‘Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye’
Hêlîn Kara bal kişand ser çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin û wiha got: “Wek wargeh jî em bune parçeyek ji van çalakiyan. Di pêvajoya ku em têde jiyan dikin û guhertinên ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn çêdibin, bi taybet çarenûsa gelê Kurd tê diyarkirin de dibe ku di şert û mercên Rêbertî de hinek guhertin çêdibin. Lê ev nayê wê wateyê Rêbertî di aliyê fîzîkî de azad, dikare tevlî pêvajoyê bibe. Çalakiyên me bi wê daxwazê ne ku Rêbertî bi fîzîkî azad bibe, bikare bi herkesê re bi rehetî diyalogan bike û li ser vî esasî pêvajo baştir pêşbikeve.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 140’emîn û dirûşmeyan dawî bû.