Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakvanên çalakiya nobetê ya wargeha penaberan a Mexmûrê bi biryardariyeke xurt, ev nêzî du salane ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah di çalakiyê de ne. Çalakî ji aliyê koma 139’emîn hat dewirgirtin.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 139’emîn û biryardariyek xurt didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 138’emîn Arjîn Urper axivî.
Arjîn Urper wiha destbi axaftina xwe kir: “Ev bi sedan salane wek çarenûsek neguher, qetilkirin, qirkirin û înkarkirina nasnameya gelê Kurd di Rojhilata Navîn de wek qanûnek nenivîskî hatiye dîtin. Piştî serhildana Şêx Seîd sedsal derbasbûn kul i dijî înkarkirina gelê Kurd serî hilda, ne serhildana dawî bû. Herî dawî dibin pêşengtiya Rêbertî de beriya 52 salan PKK hat avakirin. Yekem qonaxa ku hatî armanckirin ji nûde zindîkirina rihê gelê Kurd bû. Ango bi me da hîskirin ku em Kurdin.”
‘Divê em xwedî li pêvajoyê derkevin’
Arjîn Urper di dewama gotinên xwe de bal kişand ser pêvajoyê û got: “Hemu şoreş bi çek nayên qezençkirin, carna jî wek Rêbertî dayî diyarkirin, divê mirov derbazî zemînek siyasî bibe ku muhatabê xwe nas bike. Wek niha çawa Rêbertî pêvajoyek daye despêkirin, divê em wek gelê Kurd xwe nedin aliyek û hemu kar bihêlin ser milê Rêbertî. Herwiha divê hemu civakên bindest yên ku nasnameya wan hatî înkarkirin, xwe divê pêvajoyê de berpirsyar bibînin. Ji ber ku perspektîfên Rêbertî hemu rengan dinava xwe de hembêz dike.”
‘Em zarok û ciwanên Rêbertî ne’
Arjîn Urper biryardariya berdewamkirina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ser ziman: “Wek Çand û Hunera Mexmûrê, em bi saz, deng, gotinên û hertiştê xwe vê tiştê armanc dikin ku heta tecrîda fîzîkî ya li ser Rêbertî neyê şikandin û fîzîkî azad nebe, em dev jî çalakiyên xwe bernadin. Kes wek Rêbertî azad nîne, em bi alîkariya wî xwe azad dikin lê ew bixwe bi destê xwe xwe azad kiriye. Em zarok û ciwanên Rêbertî ne. Ji bo wê em dibêjin, fikrên wî fikrên me ne, tevgerên wî tevgerên me ne. Ango fikir û çalakiyên wî çibin em ê li ser wî esasî tevbigerin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 139’emîn dawî bû.