Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 643’an de bi dewirgirtina koma 126’emîn didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê ya ku di 20'ê Tîrmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 643’an de bi dewirgirtina koma 126’emîn didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 125’emîn rojnamevan Jiyan Pîran axivî.
‘Divê çalakiyên me hemu ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî be’
Jiyan Pîran bi minasebeta roja rojnamegeriya Kurd tevayî cangoriyên çapemeniya azad bibîranî û biryardariya berdewamkirina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd wiha anî ziman: “Gelê wargehê bi hemu têkoşîna xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiyeke daye destpêkirin û ev çalakî bi biryardarî didome. Dibe heta niha hinek hevdîtin bi Rêbertî re hatibin kirin lê nayê wê wateyê ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatiye şikandin. Divê çalakiyên ku em bikin di asta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsogerkirin de be û divê em destê Rêbertî xurttir bikin.”
‘Yê heta niha me anî vê astê têkoşîna Rêbertî bû’
Jiyan Pîran dinava axaftinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo pêşvebirina pêvajoyê heta niha gaveke erênî ne avêtiye û wiha got: “Divê tu hêviyên me ji dewletê nebin. Ji ber ku yê heta niha me anî vê astê têkoşîna Rêbertî û gelê Kurd bû. Divê li gor vê em têkoşîna xwe di asta herî jor de mezintir bikin.”
‘Divê li hember azadiya fîzîkî ya Rêbertî herkes xwe berpirsyar bibîne’
Jiyan Pîran wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li herêmên parastina medya êrişên dewleta Tirk berdewam dikin. Divê li gor pêvajoyê em li hember van êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin û divê li hember azadiya fîzîkî ya Rêbertî herkes xwe berpirsyar bibîne. Ji ber ya ku me bibe azadiyê wê rêxistin û yekitiya gelê Kurd be. Ji bo wê jî divê em xwe bigihînin azadiya fîzîkî ya Rêbertî û bi wî re xwe bigihînin azadiya Kurdistanê.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 126’emîn dawî bû.