Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê di roja 920’an de didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 180’emîn û heman demê bi xurtkirina çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê didome.

Mexmûr - Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewrgirtina koma 180’emîn, di roja xwe ya 920’an de bi xurtkirina çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê didome.

Beriya ku çalakî were dewrgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 179’emîn Seîd Cizîrî axivî.

‘Dîlgirtina Rêber Apo ji bo civaka Kurd kêmaniya herî mezine’

Seîd Cizîrî, di destpêka axaftina xwe de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Ev 27 sal in Rêber Apo di destên hêzên deshilatdar ên cîhanê de dîl girtiye. Dîlgirtina Rêber Apo ji bo civaka Kurd kêmaniya herî mezin e. Ger civakek ketibe rewşeke xirab, hemû derfetên xwe bi kar neyne û Rêberê xwe azad neke ew civak dê bi kêmasiyan re rûbirû bimîne. Çi dibe bila bibe hemû derfet pêwist ê ji bo azadkirina Rêber Apo bên bikaranîn. Hemû çalakiyên ku em li wargeha Mexmûrê li dar dixin ji bo azadkirina Rêber Apo ne û ev çalakî pîroz in.”

‘Em jî weke wargeha Mexmûrê piştgirî didin berxwedana Rojava’

Seîd Cizîrî bal kişand ser qirkirina gelê Rojavayê Kurdistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civaka me ya Rojavayê Kurdistanê niha bi karesateke mezin re rû bi rû ye. Em dikarin bibêjin li Rojava niha tu pêdiviyên jiyanê nemane û rewşeke pir xeter a jiyanî heye. Ji bo em weke gelê wargehê, Rojava bi tenê nehêlin em ê bi şêwazên cuda çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li hemû saziyên sivîl û demokratîk dikin ku van karesatan bibînin û piştgirî bidin Rojava. Em jî weke wargeha Mexmûrê piştgiriyê didin berxwedana Rojava û hemû çalakvanên vê berxwedanê silav dikin.”

Merasîm bi dewrgirtina koma 180’emîn û dirûşman bi dawî bû.