Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 121’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 121’emîn didome.

Mexmûr – Çalakvanên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev saleke zêdetire di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 121’emîn didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 120’emîn Hêvîdar Bulut daxuyanî xwend.

‘Ji bo aştiyek mayînde têkoşînek xurt pêwist e’

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandina ser pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpêkirî û wiha hat gotin: “Rêbertiya me beriya demekî pêvajoya ku bi navê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpêkirin. Em hêvî dikin ev pêvajo ji bo civaka Kurd û mirovahiyê aştiyeke mayînde bide avakirin. Lê ji bo ev yek pêk were têkoşînek xurt pêwîste. Wek xelkê wargeha Mexmûrê çi dikeve ser milê me em ê pêkbînin. Ev çalakiya me girêdana me ya bi Rêbertî û berpirsyartiya pêvajoyê dide diyarkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ewê wek gelê Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinava têkoşîn û çalakiyan de bin.

Merasîm bi dewirgirtina koma 121’emîn bi dawî bû.