Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi gruba 129’emîn didome
Çalakvanên Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi hêviyeke xurt, bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya nobetê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 129’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi hêviyeke xurt û dewirgirtina koma 129’emîn didome.
Çalakiya dewirgirtinê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêz girtinê hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 128’emîn Edban Yilmaz axivî.
Edban Yilmaz di destpêka axaftina xwe de Şehîd Sirri Sureya Onder û Şehîdên meha Gulanê bibîranî û wiha got: “Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev demeke dirêje didome. Dîsa em ji bo Şehadeta Sirri Sureya Onder sersaxiyê destpêkê ji Rêber Apo, malbata wî, gele Kurd û tevahî xebatkarên DEM Partiyê re dixwazin.”
‘Em wek civaka Mexmûr soza têkoşîna azadî û demokrasiye didin’
Edban Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser kesayeta Sirri Sureya Onder û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di meheke wisa de windakirina kesayeteke ku tevahî temenê xwe ji bo azadî, aşitî û wekhêviya gelan xerckirî ye û ji bo me windahiyekî mezine. Em wek civaka Mexmûr soza berdewamiya têkoşîna azadî û aşitî û demokrasiye didin. Bi heviya ku em têkoşîna xwe bi Rêbertiyek azad û Kurdistanek xweser ve tacîdar bikin. ”
Merasîma dewirgirtinê bi koma 129’emîn û dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bîjî Serok Apo’ bi dawî bû.