Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 155’emîn, di roja 795’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 155’emîn, di roja 795’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 154’emîn Bêrîvan Tunç axivî.
‘Divê Konseya Ewropa xwedî li erkên xwe derkeve’
Bêrîvan Tunç destpêkê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li girava Îmraliyê silav kir û got: “Em ê heta dawî hewl bidin bibin layiqê ked û têkoşîna wî. Ji bo ku em bibin layiq jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta dawiyê bimeşînin. Herwiha em biryara taloqkirina ‘Mafê Hêviyê’ ya Konseya Ewrupayê şermezar dikin. Em bang li Konseya Ewrupa dikin ku dev ji biryara xwe ya taloqkirinê berdin û xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve.”
Bêrîvan Tunç di dawiyê de biryardariya berdewamkirina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd anî ser ziman û diyar kir ku ew ê heta dawiyê çi erk û berpirsyariyên dikevin ser milê wan pêkbînin.
Merasîm bi dewirgirtina koma 155’emîn û dirûşmeyan dawî bû.