Çalakiya Nobetê di roja 487’emîn de ye

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 96’emîn û bi biryardariyek mezin didome.

Mexmûr- Çalakiya Nobetê a ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 487’emîn de bi dewirgirtina koma 96’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 95’emîn Xebat Îlhan axivî.

Xebat Îlhan, diyar kir ku bi daxwaza misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin û wiha axivî: “Armanca çalakiyên me misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Îro li seranserê cîhanê û Kurdistanê gelê Kurd û dostên wan ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo têdikoşîn. Fikir û felsefeya Rêber Apo belavî cîhanê dibe. Em meşa dîrokî ya Kolnê û mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya Rêber Apo, şikandina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkhat, slav dikin. Em ê çalakiyên xwe heta dawî bidomînin û serkeftinê misogerbikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 96’emîn û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.