Çalakiya nobetê a li Mexmûrê bi koma 119’emîn didome

Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê bi biryardariyeke xurt didome. Çalakî bi dewirgirtina koma 119’an berdewam dike.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20’ê Tîrmeha sala 2023’an ve çalakiya nobetê hatiye destpêkirin.  Çalakî bi dewirgirtina koma 119’an didome.

Beriya çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser nave koma 119’emîn Ezîme Avyanî axivî.

‘Em ê heya azadiya rêberê xwe di çalakiyê de bin’

Ezîme Avyanî diyar kir ku nêzî du salin bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya nobetê de ne û got: “Armanca me azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye. Berxwedana gelê Kurd di cîhanê de deng veda. Bi saya vê berxwedanê bi Rêber Apo re hevdîtin çêbûn. Em hevdîtin û gotinên Rêber Apo pîroz dibînin û piştigirya banga rêberê xwe dikin. Em weke jinên wargehê heya gihiştina azadiya fîzîkî a Rêber Apo, em ê di çalakiyan de bin”.

Ezîme Avyanî cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd, girtiyên zindanan û  li tevahî Kurdan pîroz kir.

Merasîm bi dewirgirtina koma 119’emîn û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.