Çalakiya malbata Şenyaşar li ber meclîsê didome
Malbata Şenyaşar a li pêşiya Meclisê çalakiya xwe didomîne destnîşan kir ku daxwaza wan a hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hebû. Ferît Şenyaşar diyar kir ku dê bi Serokkomar re hevdîtinek were plasazîkirin.
Enqere- Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kurên û hevjînê Emîne Şenyaşarê qetil kirin. Emîne Şenyaşar, bi daxwaza pêkanîna edaletê, çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Meclisê daye destpêkirin, domand.
‘Di pêkanîn edaletê de Wezareta Edaletê lewaz ma’
Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re li ser pêlekanên Deriyê Şerefê yê Meclisê rûniştiye û pankarta “Edalet” vekiriye wiha got: “Dayikek bi mendîla spî ya di destê xwe ve edaletê dixwaze. Di pêkanîn edaletê de Wezareta Edaletê lewaz ma. Em ji bo di vê dozê de edalet were pêkanîn, hatin li pêşiya Meclisê. Karê Meclisê ne tenê çêkirina qanûnan e. Karê Meclisê lêkolîn û venêrîn e. Heke Meclis di vê mijarê de ji dil be, bila Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê bicivîne û vê komkujiyê lêkolîn bike.”
‘Em dixwazin rayedar karê xwe bikin’
Ferît Şenyaşar da zanîn ku yên edaletê pêk neynin jî di bi tewanbariyê de dimînin û axaftina xwe wiha domand: “Em dixwazin rayedar karê xwe bikin. Îro ji rêveberiya Meclisê vegerek li me çêbû. Bi şêwirmendekî Serokkomar re hevdîtin pêk anîne. Anku dê bi Serokkomar re hevdîtinek were plasazîkirin. Vê yekê ji me re gotin. Lê belê ev gotin me îqna nekir. Heke dê randevuyek were dayîn divê dîrok were zelalkirin. Dema dîrok zelal bû em ê çalakiya xwe bi dawî bikin.”
Xwestin çalakî bi dawî bikin
Dema malbat çalakiya xwe didomand Sekreterê Giştî yê Meclisê Talîp Ûzûn hat li cem malbatê û xwest malbat çalakiya xwe bi dawî bike. Talîp Ûzûn ê bi Emîne Şenyaşar bi kurdî axiviye got ku çalakî zirarê dide daxwaza hevdîtina ya bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re. Talîp Ûzûn piştre bi Ferît Şenyaşar re bi taybetî hevdîtinek kir. Talîp Ûzûn diyar kir ku Serokkomar Erdogan dê roja duşemê were li Enqereyê û xwest Şenyaşar heya roja duşemê navberê bide çalakiya xwe. Talîp Ûzûn got ku heke ew hevdîtinê pêk neynin jî Şenyaşar cardin dikarin werin li cihê çalakiyê rûnin.”
Emîne Şenyaşar tevî hemû israran, cihê çalakiyê neterikand
Tevî daxwazên Talîp Ûzûn dayik Emîne Şenyaşar ji cihê xwe renebû. Dema Talîp Ûzûn ji cihê çalakiyê dûr ket vê carê reyedarên Meclisê xwestin Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar bi darê zorê ji cihê rûniştine rakin. Di van kêliyan de Emîne Şenyaşar qetlîama li wan hatiye kirin vegot. Emîne Şenyaşar tevî hemû israran, cihê çalakiyê neterikand.