Çalakiya konvedanê ya li Şehbayê bidawî bû

Li Şehbayê çalakiya konvedanê ya di bin dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî ji pirskirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Şehba – Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîdan û Kongra Star ên Efrîn-Şehba di 18'ê Gulanê de bi diruşmeya "Ji Rêber Apo re azadî ji pirskirêka Kurd re çareseriya siyasî” li dijÎ tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dabûn destpêkirin. Çalakî îro bi dayîna semîneran bi dawî bû û hat ragihandin ku dê li dijî tecrîdê çalakiyên cûr bi cûr bidomin. Di çalakiya îro de peyamên xurtkirina têkoşînê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn.

Şêniyên navçeya Fafîn û navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi sazî û meclisên xwe ve beşdarî çalakiya îro bûn.

Piştî yek deqe rêzgirtinê endama meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Efrîn-Şehba Hêvîn Reşîd ve derbarê jin û siyaset, malbata demokratîk semîner hat dayîn û beşdarvan tevlî nîqaşan bû.

Her wiha ji aliyê Zekiye Sîdo ve semînera derbarê Şerê Gelê Şoreşgerî hate dayîn.

Çalakî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo","Bê Serok Jiyan Nabe" dawî bû.