Çalakiya Emîne Şenyaşar li ber Meclisê berdewam dike

Nobeta Edaletê ya Emine Şenyaşar a li ber meclisê di roja 14’an de berdewam dike. Emine Şenyaşar got: “Lawê min berdin, ez herim mala xwe.”

Enqere- Di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî dikana malbata Emîne Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û yek jî hat girtin. Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar li Meclisê daye destpêkirin di roja 14’emîn de berdewam dike.

 Emine Şenyaşar bi kursiya bi tekel bi li gel Ferit Şenyaşar li ber deriyê koma AKP û MHP'ê lê ne rûniştin. Emîne Şenyaşar yê li vir daxwaza xwe ya edaletê berdewam kir û careke din anî ziman ku heta ku bi Serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk neyê û edalet ji bo kurê wê pêk neyê wê bi israr neçin.

'Bi we re wijdan tune ye'

Emine Şenyaşar da zanîn lawê wê vala vala di girtîgehê de digirin û wiha got:"Lawê min berdin. Bi we re wijdan tune ye. Hûn lawê min vala vala di girtîgehê de digirin."