Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 13’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê di roja 13’an de berdewam dike.

Enqere- Di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî dikana malbata Emîne Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û yek jî hat girtin. Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar li Meclisê daye destpêkirin di roja 13’emîn de berdewam dike. 

Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, li pêşiya deriyê koma AKP-MHP’ê rûniştin. Emîne Şenyaşar got ku heta kurê wê tê berdan û berpirsyar tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomîne.