Çalakiya Dayikên Şemiyê: Aştiyeke bi rûmet bi têkoşînê pêkan e
Dayîkên Şemiyê di hefteya 1104’emîn de li aqûbeta Pîro Ay ê ku di 15'ê Gulana sala 1994'an de hatibû binçavkirin û windakirin, pirsîn. Pervîn Buldan diyar kir ku ew dixwazin yekîneya ku Wezareta Dadê ava kiriye bi mijara windayan re mijûl bibe."
Stenbol –Dayîkên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1104'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayîkên Şemiyê, xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê, endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan, Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di hefteya 1104'emîn de Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Pîro Ay ê ku di 15'ê Gulana sala 1994'an de hatibû binçavkirin pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Mirova Şemiyê Jiyan Kaya ve hat xwendin.
‘Nehatiye binçavkirin’
Jiyan Kaya diyar kir ku her kes ji bo cejnek din bi kelecan e lê ew ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin û faîlên wan werin darizandin li qadê ne û wiha got: “Her çendî desthilatdarî guherî jî polîtîkayên bêcazahiştinê her dem berdewam kirin. Em di hefteya 1104’emîn de ji bo Pîro Ay li vir in. Di 15'ê Gulana sala 1994'an de li navçeya Dêrikê leşkeran dest bi operasyonek kir. Leşkeran Pîro Ay û gundiyê bi navê A.D. bi hinceta ‘alîkarî dane PKKê’ binçav kirin. Piştî bûyerê malbata Pîro Ay ji bo aqûbeta wî hîn bibe, li çiya û newalan li wî geriya û li ber çemekî şopa xwînê dîtin. Piştî wê tu agahî ji Pîro Ay nehat girtin. Bavê Pîro Ay, Bedîr bi lez çû Qereqola Uçyolê, Fermandariya Leşkeran a Dêrik û Dozgeriya Dêrikê lê tevî hemû hewldan û serlêdanan jî heman bersiv hat dayîn û gotin; ‘Pîro Ay nehatiye binçavkirin’.”
‘Eger windayek hebe faîl jî heye’
Pervîn Buldan jî axivî û anî ziman ku têkoşîna wan dê berdewam bike û wiha got: “Wezareta Dadê yekîneyek ava kiriye. Em jî dixwazin ew yekîne dest bide me û bi êşên me re jî mijûl bibe. Em dibêjin ger windayek hebe faîl jî heye. Heke aştî pêk were divê faîl jî bên dîtin da ku aştiya bi rûmet pêk were.”
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.