Çalakgerên Mexmûrê: Rêbertî xeta me ya sor e
Çalakgerên Nobetê ya wargeha penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku dewleta Tirk gavên pratîkî neavêtiye û tekez kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranewestin û çalakiyên xwe bidomînin.
Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Çalakiya Nobetê ya ku li dijî tecrîdê veguheriye qadeke berxwedanê, nêzî sala xwe ya 4’emîn dibe. Çalakiya ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 208’an, di roja 1080’yî de bi biryardarî didome.
Merasîma dewirgirtinê ji bo bîranîna tevahî cangoriyên tevgera azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 207’an Fatma Bîlen axivî.
‘Rêbertî hebûn û îradeya me ye’
Fatma Bîlen di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo derxistina qanûnên nû û wiha got: “Rêbertî di 27’ê Sibata 2025’an de pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpêkirin. Dema em lê dinêrin, dibînin ku nêzîkatiyên cuda li hember vê pêvajoyê tên nîşandan. Rêbertî hebûn, îrade û xeta me ya sor e. Gav neavêtina dewleta Tirk, nenasîna Rêbertî û gelê Kurd bi xwe ye. Bi wan qanûnên ku dixwazin nû derxînin jî hewl didin ku Rêbertî bêbandor bihêlin.”
‘Em ê têkoşîna xwe hîn xurtir bikin’
Bîlen li ser berdewamkirina çalakiyê jî ev peyam da: “Îro dem hatiye ku em wek gelê Kurd bi sekna xwe Rêbertî bi fîzîkî azad bikin. Heta ku mafê Rêbertî neyê naskirin û bi fîzîkî azad nebe, em dev ji çalakiyên xwe bernadin û em ê têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.”
Merasîm piştî daxuyaniyê bi dewirgirtina koma 208’an bi dawî bû.