835 roj in çalakî didome: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 835'an de bi dewirgirtina koma 163’emîn didome.
Mexmûr – Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 163’emîn, di roja xwe ya 835’emîn de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 162’emîn Ezîze Sêrtî axivî.
‘Pêwîste em destê Rêbertî xurt bikin’
Ezîze Sêrtî diyar kir ku armanca wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Rêbertî ji bo me hertişt kiriye, pêwîste ku em jî bikin. Çend gavên dîrokî hatin avêtin, divê wek gelê Kurd û gelên ku piştgiriya Rêber Apo dikin, Rêbertî tenê nehêlin û destê wî xurt bikin.”
‘Dem dema mezinkirina têkoşînê ye’
Ezîzî Sêrtî wiha berdewam kir: “Wek dayîk û xelkê wargehê Rêbertî çi bang bike em wî ji xwere esas digrin. Îro pêwîstî bi hertiştî heye. Êdî dem dema xwedîderketinê ye, dem dema mezinkirina têkoşînê ye. Herwiha rêzeçalakiyên ku wek meclîsa îştar me dayî pêşiya xwe, wek koma dawî ya rêzeçalakiyê em dewrî koma din dikin û rêzeçalakiyên xwe bi dawî dikin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 163’emîn û dirûşmeyan dawî bû.