95 Rêxistinên Sivîl li Cenevre zagona nû ya Talîban şermezar kir

95 rêxistinên sivîl û navnetweyî li Cenevreyê zagona Talîbanê ya nû ku tundiya li dijî jin û zarokan rewa dike, şermezar kir. Sazî û rêxistinan hişyarî da ku ev zagon, zexta li dijî jinan rewa dike.

Navenda Nûçeyan- Talîbanê zagona ceza ya nû ku destûrê dide mêran ku li dijî hevjîn û zarokên xwe tundiyê pêk bînin, pejirandiye. Ev pêkanîn, wek rêziknameyek ku tundiya nava malê qanûnî dike û şûna “sûc” wek "meseleyek teqdîr" dabeş dike. Ev zagon rastî bertekan hat. Di rûnştina 61’yemîn a Encûmana Mafê Mirovan a Netweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê de, 82 rêxistinên civaka medenî ya Efganistanê û 13 rêxistinên navneteweyî daxuyaniyek hevpar parve kirin û daxwaz ji civaka navneteweyî kirin ku vê zagona Talîbanê şermezar bikin.

‘Zagon tundiya li dijî jin û zarokan rewa dike’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev zagon di demeke ku jin û zarokên keç ji mafê xwendin, tayînbûn û azadiya hatin û çûnê û beşdariya civakê bê par mane û her nerazîbûnê tê tepesandin de, hatiye erêkirin. Sazî û rêxistinan destnîşan kir ku ev zagon sînordarkirin û tundiya li dijî jinan erê kiriye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji vegera Talîbanê ku di 15’ê Tebaxa 2021’an de dîsa bû desthilat heta niha girtinên kêfî, revandina bi zorê, îşkence, gefên li dijî çalakvanên civaka sivîl û parêzvanên mafên jinan didome.

Zagona cezakirinê ya Talîbanê, ji sê beş, 10 bend û 119 madeyan pêk tê. Piştî ku ji aliyê serokê payebilind ê Talîbanê Heybetullah Akhundzada ve hate îmzakirin, pêşkêşî dadgehên parêzgehan û saziyên dadwerî hate kirin. Ev zagon tundiya li hember zarok û jinan wek sûc nabîne û rê li ber kolekirinê vedike.  

Tevî qedexeyên di nava çar salên borî de, ji aliyê Talîbanê ve li ser jinan hatiye ferz kirin. Ev zagon rê li ber nerazîbûnên derbarê belavbûna tundî û sînordarkirina jinan de vedike.  

Wezareta Dadê ya Talîbanê hişyarî da ku her nerazîbûnek li dijî tevgerên wan ‘sûc’ e û wê xwepêşanderan veguhezînin saziyên dadweriyê.