82 xelatgirên Nobelê nameyek nû ji KE re şandin
82 xelatgirên Nobelê nameyeke nû ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Di nameyê de hatiye gotin ku: "Di vê kêliya krîtîk de pêwîstiya cîhanê bi lezgînî bi lîderên dilsozê aştiyê heye."
Navenda Nûçeyan – Her wiha di nameyê de tê xwestin ku biryara 2014'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Abdullah Ocalan bê bicihanîn û "mafê hêviyê" bê garantîkirin.Xelatgirên Nobelê di nameya xwe ya dawî de bi bîr xistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji wan kesayetên bingehîn e ku pêvajoya aştiyê ya heyî ya li Tirkiyeyê daye destpêkirin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn ji bo aştiyê dengekî girîng e.
Bang beriya civîna Komîteya Wezîran hate kirin ku wê mijara mafê hêviyê jî lê bê nîqaşkirin.
Bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûye
Hate gotin, di demekê de ku li Rojhilata Navîn şer giran dibe, helwesta bi biryar a Abdullah Ocalan ya li ser diyalog û çareseriya demokratîk, roleke çêker lîstiye. Xelatgirên Nobelê diyar kirin ku vê nêzîkatiyê berê rêxistin û civaka Kurd da rêyên çareseriya aştiyane.
Di nameyê de hate ragihandin ku bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûye, li herêmên Kurdan ên li Sûriye û Îranê li ser pîvanên çareseriya siyasî û xurtkirina tevlîbûna demokratîk û kêmkirina rageşiyê bi bandor e.
Ji bo pêvajoyê gavên girîng hatin avetin
Kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine işaret bi pêşketinên şênber ên sala dawî jî kirin. Di nameyê de hate bibîrxistin ku PKK'ê di sala 2025'an de bi rengekî yek alî agirbest ragihand, piştre guhertinên rêxistinî kir û ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî gav hatin avêtin.
Di nameyê de hate gotin, ev gav û pêşketin îradeyeke berfireh a li ser jiyana bi hev re û aştiyê nîşan dide û hate destnîşankirin ku gavên navborî yên hatin avêtin li wan pîvanan tê kir ku Xelata Aştiyê ya Nobelê jî xwe dispêre wan.
Xelatgirên Nobelê her wiha işaret bi bûyerên sazûmanî yên li Tirkiyeyê jî kirin. Hate ragihandin ku danûstandina yekser a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîlî ya li Meclîsê ya bi Abdullah Ocalan re, pêşketineke girîng e.
Her wiha hişyarî hate dayin ku li gel vê yekê jî çarçoveya "têkoşîna li dijî terorê" ya heyî li pêşiya diyalogeke bi wate û pêvajoya lihevkirina civakî hîn jî astengî ye.
Di nameyêde hate xwastin ku Abdullah Ocalan were berdan
Xelatgirên Nobelê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin ku ji bo bicihanîna biryara 2014'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gavên şênber biavêje. Di nameyê de hate gotin, bicihanîna 'mafê hêviyê' ya têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, ravekirina statuya hiqûqî ya Abdullah Ocalan û tevlîbûna wî bi rengekî bi wate li pêvajoya aştiyê, gaveke bingehîn e.
Di nameyê de wekî din hate xwestin ku Abdullah Ocalan bê berdan û derfet jê re bê afirandin ku bi rengekî tam, bêsînor û azad beşdarî hewldanên aştiyê bibe.
Xelatgirên Nobelê diyar kirin ku tevlîbûna xurt û daîmî ya civaka navneteweyî ya li pêvajoyê, ji bo piştgiriya bi pêşvebirina demokrasiyê û têkbirina destwerdana aktorên dixwazin pêvajoya çareseriya aştiyane sabote bikin, gelekî girîng e.
Name bi vê gotinê bi dawî bû: "Di vê kêliya krîtîk de pêwîstiya cîhanê bi lezgînî bi lîderên dilsozê aştiyê heye."
Hin xelatgirên ku îmzeya xwe li ser nameyê dan, wisa ne:
Hin ji Xelatgirên Nobelê yên mohra xwe danîn binê nameyê bi vî rengî ne: Jody Williams, Şirin Ebadi, Carlos Filipe Ximenes Belo, Mairead Corrigan, Ellen Johnson Sirleaf, Oleksandra Matviichuk, Kailash Satyarthi, Peter Agre, Richard Henderson, Brian K. Kobilka, Herta Müller ve Elfriede Jelinek.