8’ê Adarê: Jinên Efgan tevî qedexeyan ji bo mafê xwe têdikoşin

Di roja 8’ê Adarê de, rewşa jinên li Efganistanê hê bi fikar e. Dane nîşan didin ku jinên Efgan ku di bin desthilatiya Talîbanê de dijîn, rastî qedexe, bêparmana ji mafên bingehîn û tundiya zêde tên.

BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Her çiqas 8’ê Adarê li gelek welatên cîhanê wek roja sembola pêşketin, wekhevî û destkeftiyên jinan tê pîrozkirin jî, ev roj ji bo bi milyonan jinên Efgan wek roja bibîrxistina qedexe, bêparbûn û têkoşîna ku ji bo mafê mirovan tê kirin e. Di sala dawî de li Efganistanê şertên jiyana jinan di qadên perwerde, karkirin, ewlehî, tenduristî û beşdariya civakî de rastî krîzên cîdî tê û pêşeroja zarokên keç ên nifşên nû, bi nediyariyê re rûbirû hatiye hiştin.

Jin û zarokên keç ji mafê perwerdê bêpar in

Li Efganistana ku xwedî nifûsa nêzî 40 milyonî ye, hema bêje nivê nifûsê ji jin û zarokên keç pêk tê. Lê belê ji sedî 78’ï zêdetir jin û keçên Efgan ji perwerde, perwerdeha pîşeyî û kar, bêpar in. Bi milyonan keç li welêt hîn jî ji ber ku destûr nayê dayîn, nikarin herin dibistanên navîn û zanîngehan.

Li gorî rapora ji aliyê Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ku di 22’ê Adara 2025’an de hat weşandin,  2.2 milyon zarokên keç ên Efgan ji mafê domandina perwerdeyê bêpar in. Ev bêparbûna ji perwerdeyê ne tenê gefê li pêşeroja kesî dixwe, di heman demê de bandorên demdirêj li ser pêşkeftina aborî û aramiya civakî ya Efganistanê jî dike.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hişyarî da ku ger rewş wiha bidome, heta sala 2030’an li Efganistanê dê zêdeyî çar milyon zarokên keç, ji perwerdeya navîn bêpar bimînin. Bêparbûna ji perwerdeyê, rê li ber wê vedike ku malbat hêviya xwe ji bo pêşeroja zarokên xwe yên keç winda bikin û li hinek herêman dibe sedem ku zarokên keç bên zewicandin. Ev rewş jî jiyan û teduristiya wan rû birûyî metirisyên cidî dihêle.

Qada kar li jinên Efgan hatiye qedexekirin  

Jinên Efgan, di qada kar de jî bi sînorkirinên berfireh re rû bi rû dimînin. Gelek ji jinan ji xebatên xwe yên di saziyên hikûmetê û rêxistinên civaka sivîl de hatine dûrxistin. Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, di rapora xwe de ragihand ku piştî sala 2021’an, ji sedî 80’yî zêdetir jinên ku di medyayê û saziyên cûda de dixebitin, karên xwe winda kirine.

Tê payîn ku di nava jinan de rêjeya bêkariyê ji sedî 90’î zêdetir e. Ev rewş bi taybetî di malbatên ku jin debarê pêk tînin de, rê li ber xizaniyek berfireh vekiriye. Nebûna gihîştina dahata serbixwe, gelek jin bi malbat an hevjînên xwe ve girê daye û di encama vê de, mafê jinan ê civakî hê sînordar dibe. Bihabûna xwarinê û kêmbûna alîkariyên navneteweyî jî rewşa jinan a aborî dijwartir dike.

Tundiya dijî jinan

Li Efganistanê tundiya li dijî jinan wek krîzeke din a cidî derdikeve pêş. Di 25’ê Mijdara 2025’an de, ‘UN Women’ (Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî) ragihand ku par pêwîstiya herî kêm 14.2 milyon jin û zarokên keç ên Efgan bi parastina li dijî tundiya xwe dispêre zayendê heye.

Di 3 mehên dawî yên 2025’an de 44 jin, li qadên ji civakê re vekirî hatine qamçîkirin

Ji ber tundiya navmalê, zextên civakê û norman, tundiya ku gelek jin rastî tên, nayên ragihandin. Ji ber vê jî zêdebûna tundiya li dijî jinan didome. Di heman demê de, rê li ber fikarên cidî yên derbarê nebûna parastina qanûnî de ji bo jinan vedike.

Li gorî rapora Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Efganistanê (UNAMA) ku di 31’ê Cotmeha 2025’an de weşandî, di sê mehên dawî yê heman salê de 215 kes, di nav de 44 jin, li qadên ji civakê re vekirî hatine qamçîkirin. Ev ceza bi piranî ji ber sûcên wekî têkiliyên derveyî zewacê an jî binpêkirina qedexeyên civakî hatine pêkanîn.
Binçavkirinên kêfî yên jinan jî didome. Hin jin ji ber cil, tevger, an hebûna wan a li cihên giştî tên binçavkirin û bi rojan an jî bi hefteyan bêyî derfetên hevdîtina parêzer an malbatê tên girtin.

Rêjeya mirina dayîkan a dema zarokanînê zêde dibe

Rewşa tenduristiyê ya jinan li Efganistanê di astek jor de bi fikar e. Efganistan yek ji welatê herî zêde rêjeyên mirina dayîkan a cîhanê ye. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji her 100 hezar zayînan, nêzîkî 638 dayîk dimirin. Ev tê wê wateyê ku di her du saetan de jinek Efgan di dema ducanî an jî di ber zayînê de jiyana xwe ji dest dide.  

Nebûna bijîşkên jin, qedexeyên gihandina navendên tenduristiyê, xizanî û bêewlebûn di nav sedemên herî girîng ên vê rewşê de ne. Gelek jin neçar in ku ji bo gihîştina xizmetên tenduristiyê rêyên dûr biçin û di hin rewşan de ji ber nebûna refaqatvanek mêr, nikarin biçin navendên tenduristiyê. Ji ber vê beşek girîng a anîna zarokan, li malan bêyî desteka pispor tê encamdan. Ev yek metirsiya mirina dayîk û pitikan zêde dike.

Ji derveyî pirsgirêkên fizîkî, krîza tenduristiya ruhî  di nava jinên Efgan de zêde dibe. Li gorî rapora ‘NY Women’, nêzî ji sedî 90’ê jin û zarokên keç ên Efganî rûbirûyî pirsgirêkên cidî yên psîkolojîk in. Xizanî, tundî, dûrxistina ji civakê û sînordarkirinên çandî yên zêde, sedemên sereke yên van krîzan e.

Zewaca zarokan

Zewacên di temenê biçûk de, zêde dibin. Gelek malbat, ji ber xizanî an nebûna perwerdê, keçên xwe di temenê biçûk de didin zewicandin. Ev rewş bandorên cidî li ser tenduristî, perwerde û pêşeroja zarokên keç dike.

Rewşa jinên girtî

Rewşa girtîgehê jinan li Efganistanê jî fikarên cidî ava dike. Li gorî raporan, ji sala 2021’an vir ve hejmara jinên girtî gelek zêde bûye. Li gorî daneyên ji aliyê hikûmeta Talîbanê ve hatine weşandin, di sala 2026’an de, li seranserî Efganistanê nêzî 1.825 jin li 34 girtîgehên jinan tên ragirtin.

Gelek ji van jinan ji ber sûcên  ‘Ji malê reviyane’, ‘têkiliyên derveyî zewacê’, an jî binpêkirina qedexeyên civakî hatine girtin. Hate diyarkirin ku şert û mercên jiyanê li hin girtîgehan gelek zor e, di xwarin, xizmetên tenduristiyê, derfetên  paqijiyê, û xwegihandina parêzer an serdanên malbatê de kêmaniyên cidî hene.

Tevî hemû qedexe û zoriyan jinên Efgan dengê xwe bilind dikin

Tevî van hemû zoriyan, jinên Efganî hîn jî hewl didin ku dengê xwe bidin bihîstin. Komên jinan, çalakvanên civakî û torên perwerdeyê yên nefermî hewl didin hêviya ji bo perwerde û beşdariya civakî zindî bihêlin.

Li gel hatina her 8’ê Adarê re, komek jin li Kabîl û hin parêzgehan çalakiyên sembolîk û protestoyên sînordar li dar dixin û hewl didin dengê jinên Efgan ê hatiye tepisandin ji nûve bi dinyayê bidin bihîstin.