74 ferman çîroka civatekê nîşan didin ku teslîm nebûye
Jenosîda li Şengalê di salvegera xwe ya 11'emîn de çîrokek êş û windakirina berdewam e. Her wiha îradeya jinan ji bo parastin û bidawîanîna zordariya li ser civaka Êzidî ye.

SENAA EL-ELÎ
Navenda Nûçeyan – 11 sal di ser yek ji komkujiyên herî tirsnak ên sedsala 20'an li dijî civakek aştîxwaz pêk hat re derbas dibe, lê hê jî edalet ji bo mexdûran ku piraniya wan jin û zarok bûn nehatiye bidestxistin. Li Rojhilata Navîn komkujî ji ber heman sedemê berdewam dikin. Ew, "redkirina yên din e". Ev redkirin destûr dide ku yên din werin kuştin, jin werin tecawîzkirin û wek kelûpelan li sûkan werin firotin. Hincet, amûr û feraseta li pişt van sûcan yek e.
Gelo civaka Êzidî kî ye?
Êzdîtî oleke kevnar e ku dîroka wê vedigere şaristaniya Mezopotamyayê. Ew jî wê dike yek ji kevintirîn olên ku ji mirovahiyê re têne ziman. Fêrkirinên wê, rêz û pîrozkirinek mezin ji bo jin û xwezayê nîşan didin. Vegotina Êzidî ya afirandin û derketina Adem û Hewa ya ji buhiştê riyek cuda ji olên din digire, çi pagan bin çi yekxwedayî bin. Ev vegotina cuda, bûye sedem ku cîhadîst Êzidiyan wek ‘kafir’ bihesibînin, wek ku divê hemû gelên cîhanê Misliman bin. Li gor îdeolojiya tundrew a ku mêjiyê van tundrewan pê hatiye şûştin; kuştin, tecawiz, talankirin û firotina vê civakê bê astengiyek mirovî hatiye destûrkirin. Ev jî sûcek li dijî cihêrengî, jiyana hevbeş û azadiya olî û îdeolojîk a li Rojhilata Navîn e ku dîrok û rastiya vê herêmê tehdît dike.
74 ferman dişibin hev..
Civaka Êzidî hemleyên qirkirinê wek "Ferman" pênase dikin û komkujiya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin mîna fermana 74'an hatiye binavkirin. Ev jî tê wê wateyê ku berî vê fermanê di seranserî dîrokê de 73 ferman li dijî wan hatine kirin. Fermana herî berbiçav fermana Siltanê Osmanî Silêman Xan a di sala 1570'î de bû. Fetwayek fermî hat dayîn ku destûr da kuştinê û kuştina wan a li sûkan mîna ku DAIŞ’ê kir. Fermana Sefewiyên Farsî ku bi serokatiya Qercî Qay Xan di sala 1630'an de ku tê de bi hezaran Êzidî hatin kuştin, jin hatin dîlgiritn û zarok hatin revandin, wek ku di sala 2014'an de qewimî ye. Piştre, gelek kampanyayên qirkirinê di demekê de ji aliyê Sefewiyan ve û di demekê de ji aliyê Osmaniyan ve hatin kirin.
Nefreta Osmaniyan a li hember Êzidiyan
Di sedsala 18'an de Împaratoriya Osmanî rêze fermanek li dijî civaka Êzidî derxist. Rayedarên Bexda û Mûsilê rolên serokatiyê di van fermanan de guhertin. Fermanên Sefewiyan heta destpêka sedsala 19'an berdewam kirin. Dijminên Êzidî, Kurd û Ereb wek amûrên kuştinê bikar anîn. Mîna ku di fermana 19'an de ku ji hêla waliyê Bexdayê Silêman Paşa û Ebû Leyla ve di sala 1166-1752’yan de hatibû fermankirin. Mexdûrên vê fermanê bi piranî extiyar, jin û zarok bûn. Di fermana 31'an a ku ji hêla Ebdul Ezîz El-Şerî ve di sala 1798'an de hatiye derxistin de jî, jin û zarok dîl girtin û serê şervanên Êzidî birin Bexdayê. Ev nefreta Împaratoriya Osmanî û ajanên wê, li hember Êzidiyan gihîştiye wê astê ku wan bi fermana Mihemed Paşa El-Celal di sala 1794'an de kuştine. Serên wan birine Mûsilê û dû re birine Bexdayê. Di sala 1791'an de Şengal bi erdê re kirin yek û xelkê wê hat qirkirin.
Ev ferman tenê aliyê ku tê dîtin e, lê behskirina wan girîng e. Ji bo fêmkirina sedemên ku DAIŞ ber bi komkujiya herî hovane ya dîrokê li dijî vî gelî ve bir.
Ferman çîroka civatekê nîşan didin ku teslîm nebûye
Xwendevanek ku bi kûrahî di dîroka Êzidiyan de ne pispor be, dibe ku bifikire ev civak hatiye bindestkirin û ji bo parastina xwe tiştek nekiriye. Lê rastî ew e ku hemû ferman ji bo bindestkirina civatek hatine derxistin. Desthilatdariya Osmanî û Sefewiyan û dagirkirina axa wan qebûl nekirine. Van herdû dewletan komkujiyên tolhildanê pêk anîn. Hîn ji wan jî ji ber ku Êzîdiyan dayîna baca ji delweta Osmanî re red kiribûn pêk hatin. Ev gel bi mêrxasî têkoşiya, şer kir û şervan bi beşdariya Zerîfe Osî, Setiya Nesran û Xatûna Fexra di gelek şeran de biser ketin. Wek fermana 40'an dema ku bi hezaran leşker ji hêla dewleta Osmanî ve hatin amadekirin û hejmara wan gihîşt 40 hezarî da ku êrîşî Şengalê bikin. Dîroknasan ji ber mezinbûna vê artêşê wek "Artêşên ku cih tijî dikin" binav kirin. Tevî hemû seferberiyê wan nekarîn gelê Şengalê têk bibin.
Roja çarenûsaz
Jenosîd, komkujî, an jî mîna ku xelkê Şengalê jê re dibêje "Fermana 74’an", yek ji bûyerên herî xwînî yên sedsala 21'an e. Di 3'yê Tebaxa 2014'an de derdora saet 2‘yê şevê de xelkê Şengalê bi êrîşeke hovane ya DAIŞ'ê şiyar bû. Hem li Iraq û hem jî li Sûriyeyê ev êrîş bi lez berfireh dibû. Piştî ku hêzên Pêşmerge bêyî ku niştecihên bêhemdî ji biryara xwe agahdar bikin vekişiyan, civaka Êzidî bi tenê ma. Artêşa Iraqê jî heman tişt kir. Di heman demê de niştecih li hember mirinê bêkar neman. Berxwedana "Karzakê" ku ji hêla xelkê vî gundî ve dihat birêvebirin, ku çekên sivik û hin cebilxane hebûn, alîkariya malbatan kir ku ber bi çiyayê Şengalê ve biçin.
Binpêkirinên girseyî, şewitandin, dîlgirtin û bombebaran
Ji roja yekem heta berî êrîşê jî 12 hezar pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK'ê reviyan û rê li ber qirkirinê vekirin. Di encama vê bêçalaktiyê de çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî komkujiyek pêk anîn. Di rojên tarî yên Şengalê dît de, 3 hezar û 504 jin û 2 hezar û 869 mêr di nav de zarok hene hatin revandin. Bi hezaran jinên ciwan bi binpêkirinên hov re man, di nav de koletiya cinsî û îşkence. Gelek jin hê jî esîr in. Li gor amarên fermî heta 5 hezar kes hatin kuştin.
Du bira revandin perwerde kirin û li Mûsilê teqandin
Sûc li wir bi dawî nebûn. Li Mûsilê di Hezîrana 2016'an de 19 jinên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞ ve dîl hatibûn girtin, red kirin ku bibin misliman. Li hember vê yekê DAIŞ’ê piştî ku ew di qefesan de girtin bi saxî şewitandin. Dibe ku wijdanê mirovahiyê hê jî bêçalak bû dema ku bi sedan zarokên Êzidî di qirkirinê de ji tî û birçîbûnê mirin û dema ku bi sedan zarokên din hatin kuştin. Heta dema ku zarok ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatin girtin û neçar man ku Îslama tundrew wek îdeolojiyek alternatîf qebûl bikin. Du bira ji gundê Tel Qesab ê Şengalê, di bin navên xwe yên ne rast e de, di 14'ê Sibata 2017'an de di şerê Mûsilê de xwe teqandin.
Jinan bi 10-40 dolar firotin
Li bajarên ku dewleta DAIŞ’q lê berfireh bûbû (Reqa-Mûsil) jin mîna kelûpelek bi bihayekî dibe ku 10 an 40 dolaran dihat pêşandan. Ev buha li gor taybetmendiyên laşê jinê bû. Piştre endamek DAIŞ’ê laşê wan bi awayekî pir şermok kontrol dike. Ew ji bo koletiya cinsî û xizmeta navmalî têne kirîn. Ev binpêkirin tiştê ku zêdeyî hezar û 400 sal berê dema fethên Îslamî yên eşîran qewimî, tîne bîra mirov.
PKK gihîşt hawara wan
Berî wê bi sed hezaran Êzidî 18 rojan li çiyayê Şengalê bê av û xwarin di bin tava germ de penageh girtin. Eger şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê lez nekiriban ku av û xwarin bidin wan, kal û pîrên ku di gelî de asê mabûn hilnegirtiban û korîdorek mirovî di navber Şengal û Rojava de (Bajarên din hê ji bo raghandina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatibûn rizgarkirin) venekiriban, ew ê bimirana.
Hevgirtina ku sînoran derbas dike
Piştî 3 rojan ji kuştin, dîlgirtin û tecawizkirinê, cîhan ji bo rizgarkrina civaka Êzidî neket nav tevgerek. Lê wijdanê mirovahiyê nemiriye, wek ku Tevgera Rizgarkiriya Kurd nîşan da ku hêzên xwe di 6'ê Tebaxê de ji çiyayên Qendîlê şandin da ku civaka Êzidî biparêzin. Di nav civaka Êzidî de jî hişyariya pêwîstiya rêxistinkirina xwe ji bo paşvekişandina êrîşê û vegerandina ax û rûmeta xwe zêde bûye. Bi alîkariya Tevgera Rizgariya Kurd, xort û jinên ciwan ên Şengalê çend roj piştî komkujiyê "Yekîneyên Berxwedana Şingalê" ava kirin, Wan di şerên xwe de ji hêla hêzên leşkerî yên li Rojava ve, ku ji hêla Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ve têne temsîl kirin, piştgirî kirin.
Di 14'ê Mijdara 2015'an de serkeftin hate ragihandin
Van hêzan piştî destpêkirina kampanyaya rizgarkirinê di Adara 2015'an de, ji Xanesûr û Sinûniyê heta Şalo, Sîba Şêx Xidir, Tel Benat, Rembusî û Dahula bi hev re şer kirin. Bi hewldanên hevgirtî, ew karîn hebûna DAIŞ'ê ji holê rakin û piştî nêzî neh mehan şer û qurbanîdanê, di 14'ê Mijdara 2015'an de serkeftin hate ragihandin.
Beşa pêkenok û xemgîn a serkeftinê ew e ku hêzên pêşmerge hewl dan wê bigirin, bi îdia ku wan Şengal rizgar kiriye. Serokê wê demê yê herêam Kurdistanê Mesûd Barzanî derket holê da ku serkeftina xwe ya qaşo bi biryara xwe ya girêdana Şengal bi herêma Kurdistanê ve raghîne. Lê ev yek ji aliyê kesên ku berê hatibûn bêhêvîkirin ve nehat qebûlkirin û ew bi kuştin, birçîbûn, mirin û dîlgirtinê re rûbirû man.
Jinên Şengalê carek din serî hildidin û radibin
Berî komkujiya civaka Êzidî, ew ne ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê û ne jî ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve bê parastin bûn. Xelkê Şengalê jî wateya parastina xwe fêm nedikir. Gel gelek şaşî kirin ji ber ku baweriya xwe bi hêzên derve anîn ku wan biparêzin. Ev şaşî, bi awayekî bûn sedema komkujiyê.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê di Çileya 2015'an de li ser bingeha xweparastin û azadiya jinan hate damezrandin. Xweparastin di civakên ku demek dirêj a dibin armanc û ji hêla artêşên dewletê ve nayên parastin de pir girîng e. Ji ber vê yekê di Çileya 2015'an de, jin û jinên ciwan ên Şengalê piştî ku di şerê li dijî kirêgirtiyan û rizgarkirina bi sedan jinên revandî de ezmûn bi dest xistin, lez kirin ku Yekîneyên Parastina Jinan li Şengalê ava bikin. Şervanên jin ji bo parastina herêmê û tolhildana kesên ku rastî binpêkirinan hatine dixebitin. Ev rol di heman demê de perwerde û zanekirinê jî vedihewîne.
TAJÊ hat avakirin
Di vî warê de tevgera jinan çalak bûye, di sala 2016'an de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ava kiriye. Ev tevger li gor felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, modela konfederalîzma demokratîk, azadiya jinan û azadkirina jinên revandî, dixebite. Bi hevkariya Tora Rizgarbûyên Êzidî, ev tevger ji bo mîsogerkirina naskirina qirkirinê, xebitiye.
Tevî ku êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê ji rizgarkirinê ve rasterast û eşkare pêk tînin, ne dagirkeriya Tirkiyeyê û ne jî Partiya Demokratîk a Kurdistanê PDK'ê di jiholêrakirina Rêveberiya Xweser a li Şengalê de bi ser neketin. Balafirên Tirkiyeyê di 25'ê Nîsana 2017'an de cesaret kirin ku baregeha Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê li Şengalê bombebaran bikin û 20 şervanên jin û xort qetilkir. Armancgirtina kesayetên navdar ên civaka Êzidî heta roja îro jî berdewam dike.
Her roj sûcek tê kifşkirin
Operasyonên lêgerînê hê jî berdewam dikin. Piştî rizgarkirinê, 93 gorên komî li Şengal û gundewarê wê hatin dîtin. Bi berdewamiya lêgerînê re îhtîmal e ku ev hejmar zêde bibe. Li goristanek nêzîkî Tel Afarê, di navbera hezar û 500 heta 2 hezar terman de hatin dîtin. Hejmara sêwiyên ku yek an herdu dê û bavên xwe winda kirine ji 2 û 745 kesan derbas dibe.
2 hezar û 900 Êzidî hê jî di destê DAIŞ de ne
Tevî ku heta niha ji nêzî 2 hezar jinan, hezar û 184 jin hatine rizgarkirin, lê 2 hezar û 900 Êzidî hê jî di destê DAIŞ de ne û çarenûsa wan nayê zanîn, ku piraniya wan jin û zarok in. Baweriyên wan hatine guhertin û li gor berjiwendiya DAIŞ'ê tên bikaranîn. Bi riya operasyonên Yekîneyên Parastina Jinan YPJ'ê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê li dijî DAIŞ'ê û kampanyayên wan li kampa Holê, wan di rizgarkirina gelek revandî û vegerandina wan bo malbatên wan bi rêya "Mala Êzidiyan" de bi ser ketine. Ev hêz, tevî xetereyên ku ji aliyê kampa Holê ve tên çêkirin, bi taybet jî beşa koçberan ku revandî lê ne, ji bo misogerkirina vegera ewle ya hemû revandî dixebitin.
Li benda naskirinê ne
Jenosîd, tunekirina bi zanebûn û sîstematîk a komek mirovan ji ber nijad, netewe, ol, an jî eslê wan e. Ev sûc ji salên 1940'an vir ve di bin vê navê de hatiye dabeşkirin. Tîmeke lêpirsînê ya taybet a NY di Gulana 2021'an de ragihand ku wan delîlên zelal û bawerpêker berhev kirine ku DAIŞê li dijî civaka Êzidî jenosîd kiriye. Derbarê Hevpeymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcê jenosîdê de ku heta niha ji aliyê 133 welatên cîhanê ve hatiye pjirandin, tenê çend welatan jenosîda Şengalê nas kiriye. Welatên ku ew nas kirine ev in: Brîtanya, Almanya, Belçîka, Avusturalya û Holanda.
Hikûmeta Iraqê jenosîd nas nekiriye
Lê hikûmeta Iraqê jenosîd nas nekiriye ji ber ku li welêt qanûnek tune ku "tawanên navneteweyî" bigire nav xwe, wek binpêkirinên cidî yên zagona navneteweyî yên wek tawanên li dijî mirovahiyê, jenosîd, îşkence, an windabûna bi zorê. Li şûna wê, Zagona Jinên Êzidî yên Rizgarbûyî Hejmar 8 a 2021'an derxistiye, ku armanc dike kesên ku hatine revandin û rastî her cûre îstîsmarê hatine bi rêya dabînkirina piştgiriya madî û exlaqî ji nû ve entegre bike. Ev piştgirî mûçeyên mehane jî dihewîne. Her wiha zagon piştgirî ji bo zarokan peyda dike, derfetên kar ji bo rizgarbûyan peyda dike û şêwirmendiyê û dermankirina tenduristiya derûnî peyda dike.
Çareserî redkirina tundrewiyê û qebûlkirina yê din e
Cûdahî ne sûcek e, lê avantajek e. Di civakên Rojhilat de pirrengiya etnîkî, mezhebî û çandî pir mezin e. Lê li şûna ku pirrengî xalek di berjiwendiya welêt de be, ew bûye nifir. Bi vê rengê deriyê xerabiyê vedike. Ji ber ku ev herêm hedefa sermaye û berjewendiyên navneteweyî ye, her cûdahî ji hêla kesên xwedî berjewendiyên taybet û dewletên rojava ve hatiye bikaranîn. Çareserî redkirina tundrewiyê û qebûlkirina yê din e. Ev qebûlkirin ne xêr e, lê mafê jiyan û ewlehiyê yê din e.
Pirsgirêka Kampa Holê
Îro bi desteserkirina desthilatdariya cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ'ê li Sûriyeyê, hêvî vegeriyaye DAIŞ'ê, ji ber ku bingeha îdeolojîk a ku Heyet Tehrîr El-Şam û DAIŞ jê derketine heman e ew jî El-Qaîde ye. Ev yek bi ji nûve destpêkirina êrîşên wê li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye diyarkirin ku hişyariya xetera vegera wê dide. Ji ber têkçûna navneteweyî di çareserkirina pirsgirêka kampa Holê de, her wiha nebûna baweriya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di radestkirina dosyaya DAIŞ'ê û kampa Holê bo rêveberiya demkî ya bi serokatiya Ehmed El-Şaraa "El-Culanî" ku piştî hilweşîna rejîma Sedam Husên berî zêdetirî 20 salan sûc li dijî gelê Iraqê, kiriye.