7 meh e çalakvana Yemenî Sehar El-Xolanî winda ye

Keça çalakvana Yemenî Sehar el-Xolanî, ku heft meh in di bin kontrola Hûsiyan de bi darê zorê hatiye windakirin, hişyarî da ku jiyana dayîka wê di xetereyeke mezin de ye û ji bo berdana wê banga lezgîn li rêxistinên mafên mirovan kir.

Navenda Nûçeyan – Çalakvanên li Yemenê li gel zêdebûna qedexeyên li ser çalakiyên sivîl û azadiya derbirinê, di nav de girtin û windakirina bi zorê, bi xetereyên zêde re rû bi rû ne. Ev rewş bûye sedem ku rêxistinên herêmî û navneteweyî banga parastin û ewlehiya çalakvanan bikin.

Keça çalakvana Yemenî Sehar el-Xolanî, ku heft meh in bi zorê winda ye, Kayan Suheyb el-Muqeleh, ji bo rizgarkirina dayîka xwe ya bi zorê hatiye windakirin, banga lezgîn li rêxistinên mafên mirovan û alîkariya mirovî kir û hişyarî da ku planek ‘tasfiyekirina sîstematîk’ li dijî dayîka wê heye.

Tenduristiya dayîka wê xirab dibe

Kayan diyar kir ku dayîka wê di hucreyek teng ku ne ji 1.5 metre dirêjtir û ne ji 1 metre firehtir e, di bin şert û mercên ‘nemirovane’ de tê girtin û destnîşan kir ku tenduristiya dayîka wê divê vê hefteyê gelek xirab bûye.

Dozgeriya Giştî, Dozgeriya Ceza û teşkîlata ewlehî û îstîxbaratê ya Hûsiyan bi temanî  ji ewlehiya Sahar el-Xolanî berpirsiyar dît. Rayedar dibêjin: “Dem diqede û jiyana wê di xetereyek rast de ye” û daxwaza berdana wê an jî ji bo lênêrîna bijîşkî ya pêwîst sewqî nexweşxaneyê bikin, kirin.

Di 11’ê Çile de, Sahar el-Xolanî bi awayekî zindî li ser televîzyonê belge kir ku çawa çekdarên Hûsî mala wê dorpêç kirine, piştre bi ser mala wê de girtine û hevjînê wê birine cihekî ne diyar belge kir. Vê bûyer careke din xetereya ku ew ji ber çalakvaniya xwe ya muxalîf pê re rû bi rû ye, raxist ber çavan.

Di nav şertên xeternak de tê ragirtin

Li gorî raporên mafên mirovan, Sehar El-Xolanî li Sena ji ber çalakiyên wê yên medyayî û weşanên wê yên rexnegir, ji aliyê Hûsiyan bi caran hatiye girtin û revandin. Rêxistinên mafên mirovan û malbata wê diyarkirin ku ew di nava şertên tund û xeternak ên binçavkirinê de tê ragirtin.

Rapor nîşan didin ku Sahar el-Xolanî ji dema revandinê ve rastî windakirina bi zorê û nêzîkatiyên xerab a sîstematîk hatiye û di şert û mercên nemirovane de tê girtin, ev yek bûye sedema zêdebûna bangên ji bo berdan û ewlehiya wê.

Her wiha wê di balkişandina ser êşên Yemeniyan li deverên di bin kontrola Hûsiyan de, bi taybet di qada perwerdehiyê de, roleke girîng lîstiye. Çalakvanên herêmî îdîa dikin ku ji ber gendeliyên di pergala perwerdehiyê de eşkere kiriye, ev yek Hûsiyan hêrs kiriye û wê rasterast kiriye hedef.