7’emîn salvegera JIN TV hat pîrozkirin
Salvegera 7'emîn a JIN TV’ya ku yekem televîzyona jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê ye, bi şahiyek hat pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan – Televîzyona jinan JIN TV ku di 8'ê Adara 2018'an de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek yekem televîzyona jinan dest bi weşanê kir, dikeve sala xwe ya 8'emîn. JIN TV bi rêya weşana xwe balê dikşîne ser berxwedan û doza jinan, her wiha dibe dengê jinan û ji bo pêşketinên wan ked dide. JIN TV li herêmê bûye eynika jinan.
Duh JIN TV’yê bi pîrozbahiyek li navenda xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, salvegera xwe ya heftemîn pîroz kir. Rojnamevan û nûçegîhanên kantona Cizîrê beşdarî şahiyê bûn. JIN TV bi reng û felsefeya jina azad weşana xwe seranserî 7 salan domand û wê hê jî didomîne.
'JIN TV dengê jinan e'
Nûçegihana JIN TV’yê Loristan Derwîş salvgera televîzyona xwe li hemû jinên kedkar û berxwedêr pîroz kir û wiha got: "Televîzyona JIN TV yek ji destkeftiyên têkoşîna jinan ku bi salan e dewamkirî ye. Armanca me ji vê TV'yê ew e ku bibe dengê jinan. Em jî bi ked û xebatên xwe hewl didin bibin dengê tevahiya jinên cîhanê. Tevî ku weşana me di asta Kurdistan û Sûriyeyê de ye jî, balê dikşîne ser rewş, berxwedan û têkoşîna jinan a li hemû cîhanê. Tevî astengî û zehmetiyên ku di 7 salên borî de dîtine, her em rastê êrîşên dagirkeriyê jî hatin. Lê dîsa îsrara me di domandina berxwedanê de mezin dibe. Em soza xwe bi rojnamevanên jin ên têkoşer re her nûjen dikin, ku em xeyalên wan pêk bînin. Ew pêşengên jiyana me ne."
Şahiya salavegera JIN TV’yê bi çalakiyên hunerî û guvendê hat pîrozkirin. Her wiha endamên televîzyonê yên ku di 7 salên borî de xebat meşandine, hatin xelatkirin.