6 mehên din jî hevdîtina Abdullah Ocalan bi parêzeran re hat qedexekirin

Hat hînbûn ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 38 meh in tu agahî jê nayê girtin, 6 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Parêzer wê li dijî biryarê serî li AYM'ê bidin.

Navenda Nûçeyan- Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye, ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu agahî nayê girtin. Ligel vê li Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo hevdîtin pêk bê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê dane. Parêzer, piştî serlêdanê pê hesiyan ku di 3'yê Gulanê de li muwekîlê wan 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Parêzeran der barê sedema ceza de tu agahî negirtin.

Parêzer wê li dijî biryarê serî li AYM'ê bidin

Îtirazên der barê biryara navborî de hatin redkirin. Parêzer, piştî biryara qedexekirinê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.

Bi vê biryara dawî re, di 8 salên de wî de herî kêm 13 caran biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.

Bi heman biryaran hevdîtinên bi malbatê re jî tên astengkirin.