5’emîn Mihrîcana Filiman a Rojava bi dawî bû
5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navnetewayî ya Rojava ya di bin dirûşmeya “Çîrokên Hevpar Sînemeya Azad” hat lidarxistin, di roja xwe ya 8’an de bi dawî bû.
Qamişlo - Komîna Filim ya Rojava û bi hevkariya Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) 5’emîn mihrîcana filiman a Navnetewayî ya Rojava bi dirûşmeya “Çîrokên Hevpar Sînemeya Azad” li bajarê Qamişlo li dar xist. Mihrîcana ku 13’ê Mijdarê di salvegera Komkujiya Sînema Amûdê de destpê kir di roja xwe ya 8’an de bi dawî bû.
Di mihrîcanê de 86 filim û 22 senaryo, di nava filiman de 8 filmên navneteweyî, 21 belgefilm, 8 filmên Kurdî, 37 kurtefilm û 7 filmên Sûrî hebûn. Ji bilî nîşandana fîlman, dê 6 semîner û panêl li ser rewşa sînemayê li seranserê cîhanê û li Kurdistanê û her weha du komxebat li ser sînematografî û derhêneriyê hatin li dar xistin. Mihrîcan li navenda Mihemed Şêxo û Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) dihat pêşandan.
Mihrîcan îro bi bernameya xelat dayînê bi dawî bû. Piştî daqeyek rêzgirtin senefizyon li ser amadekariya mêhrîcana filiman a Navneteweyî ya Rojava hat pêşandan.
Paşê Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Aldar Xelîl axivî û got: “Xebatên ku niha tên meşandin ne tenê xebatekî ku ji rêzê bibe nebe ne wisa ye, ev xebat ji dilê şoreşê ye xebatên sînema êş, azar, daxwaz, hêvî û xwestekên gelan pêş tîne. Xebatên ku hatin pêşandan xebatin pir bi wate bûn û ked bi wan hatibû kirin û her kesê ku di nav de j-kaed dabûn em wan silav dikin. Em dibêjin bi van xebat û berheman şoreşa rojava temam dikin û di nava vê pêvajoyê de we ruhek vejîn kir bi vê xebatê. Îro roja dawiyê ya ji vê mêhrîcana lê em di wê baweriyê de ne ku di rojên pêşiya me de ev xebat berferehtir û bi wate bin.”
‘Em têkoşîna xwe bi dîmenên sînemayê bikin’
Her wiha Koordînasyona Komîna filim ya Navneteweyî a Rojava Numan Yigit jî axivî û got: “Civakên ku bi sedan sala ne ku têkoşîna azadiyê dikin û şer dane meşandin, pêşengtiya civakê kirine û hîn jî ev şer û têkoşîn jî dawam dike. Em jî dibêjin wek hunermend û sînamegerên vê civakê pêwîste em têkoşîna xwe bikin. Bi awayê dîmenên sînemayê bînin ziman.”
Paşê Koma Yekpar stranên xwe pêşkêş kirin.
Herî dawî derhênera Belgefilma vejîna Kurd ji Komîna Belgefîlmê ya Şehît Gulîstan Tara Nûdem Tekoşer, derhênera Kurte filma Bint El-Şelebiya Esma Eskan, derhênera sînaryoya dirêj ya bi navê binxet Gulê Welat, derhênera Sînaryoya Kurt bi navê Deriyê Asêkirî nisrîn Farqîn xelat wergirtin.
Mihrîcan bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.