5.4 milyon mirov ji ber şer, tundî, zilm û zordariyê koçber bûne

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di Rapora xwe ya Arasteya Kûrewî de ragihand ku rêjeya koçberiya bi zorê li çaraliyê cîhanê sala borî cara yekem kêm bûye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporê, sala borî 5.4 milyon kes ji ber şer, tundî, zilm û binpêkirina mafên mirovan neçar man ku ji malên xwe derkevin. Berevajî vê, di vegera dilxwaz de zêdebûnek girîng çêbû. Bi tevahî 14.7 milyon kes vegeriyan welat an herêmên xwe yên resen. Ji van, 4.4 milyon penaber û 10.3 milyon kesên navxweyî koçber bûn.

Kesên vedigerin pirsgirêkên aborî û ewlehiyê re rûbirû dimînin

Li gorî daneyên UNHCR, zêdebûnek berbiçav di rêjeyên vegerê de hatiye tomar kirin, bi taybetî li Afganistan, Sûdan û Sûriyeyê. Vegerên sala borî di 60 salên dawî de ji dema ku daneyên penaberan dest bi berhevkirinê kirine, duyemîn rêjeya herî bilind bûn. Lêbelê, raporê her wiha destnîşan kir ku gelek kesên ku vedigerin bi zehmetiyên aborî, binesaziya nebaş û pirsgirêkên ewlehiyê re rû bi rû ne.

Hêjmara penaberan 41.6 milyon

Li gorî raporê, hejmara penaberan li çaraliyê cîhanê ji sedî 3 kêm bûye û gihîştiye 41.6 milyonî. Her wiha, nêzîkî 46 hezar kesên bêwelat li 24 welatên cuda hemwelatîbûn bi dest xistine.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide destpêşxeriyên nû yên ku armanca wan çareserkirina pirsgirêka demdirêj a koçberiyê ye. UNHCR diyar kir ku koçberî pir caran rêbazek ji bo jiyanê ye, lê heke çareseriyên domdar neyên dîtin, ew dikare bibe şêwazek jiyanê ya mayînde.

Vegera dilxwazî û çareseriya krîzên penaberan

Hat destnîşankirin ku vegera bi dilxwazî ​​rêbaza herî bibandor e di çareserkirina krîzên penaberan de û ku bidawîanîna pevçûnên mezin dê rê li ber vegera bi mîlyonan kesan bi ewlehî û bi rûmet li malên xwe veke.

Raportê her wiha tekez li ser pêwîstiya zêdekirina gihîştina penaberan bo perwerde, lênihêrîna tenduristiyê, xizmetguzariyên darayî û bazarên kar kir. Di raporê de hat gotin ku ev gav dê alîkariya penaberan bikin ku bibin xwedî dewlet û beşdarî aboriya welatên mêvandar bibin.

Mekanîzmayên çareseriyên mayînde

UNHCR bal kişand ser barê zêde yê li ser welatên ku penaberan dihewînin û ji civaka navneteweyî piştgirî û veberhênana darayî ya mezintir xwest. Rêxistinê her wiha diyar kir ku divê mekanîzmayên çareseriya mayînde yên wekî bernameyên ji nû ve bicihkirinê, yekbûna malbatan, destûrên kar û alîkariyên perwerdehiyê werin berfirehkirin.

Raportê tekez kir ku penaberî û parastina navneteweyî mafên bingehîn ên mirovan in, di heman demê de hişyarî da ku bi mîlyonan mirov hîn jî di salên nezelaliyê de ji bo jiyanê têdikoşin.