4 rojnamevan hatin girtin
Ji 7 kedkarên çapemeniyê ku di 14’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin 4 rojnamevan hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsînek ku navenda wê Artvîn e de, di 13’ê Hezîranê de li Stembolê polîsan avêtin ser malan. Di serdagirtinan de 7 kedkarên ku 6 ji wan rojnamevan in, hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê ew birin Artvînê. Di 14’ê Hezîranê de îfadeyên wan hatin girtin. Ji wan re hat gotin ku xizmeta nivîsbariyê ya ku didin malperên nûçeyan, heqdestê xizmeta ku didin û hevdîtinên ku bi rêya telefonê dikin, sûc in.
Rojnamevanên ku 3 roj di binçav de man, duh derxistin pêşberî dadgehê. Dozger bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgeriya sulh cezayê kirin. Kedkarê Sendika.Orgê Ozan Cırık û rojnamevanên bi navê Dicle Baştürk, Yavuz Akengin û Eylem Emel Yılmaz bi hinceta "endamên rêxistinê" ne, hatin girtin.
Semra Melek û Melisa Efe jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.