4 jin di Lîsteya Zanyarên Herî Bibandor ên Cîhanê ya 2025’an de cih girt

Kovara Nature, ji bo 2025’an lîsteya xwe ya deh kesî ya di qada zanistê ya li cîhanê de herî bibandor, weşand; lîste çar jinên ji deverên cûda yên cîhanê dihewîne. Zanyara Îranî Sara Tabrîzî di nav deh jinên herî bibandor ên di cîhana zanistî de cih girt.

Navenda Nûçeyan – Kovara Nature, mîna platformek zanistî ya pir bi prestîj, lîsteya deh zanyarên herî bi bandor ên sala 2025’an weşand. Di lîsteyê de çar jinên ku di qada tenduristiyê de têkariyên girîng kirine cih girt û zanyarên ku gerdûn û okyanûsan vedikolin û rayedarek li DYE’ya parastina polîtîkayên tenduristiya giştî yên li ser bingeha delîlan dike, derxist pêş.

Zanyara Îranî Sara Tabrizî, bi lêkolîna xwe ya li ser dermankirina genê ya ji bo nexweşiya Huntington, di nav deh zanyarên jin ên herî bi bandor de cih girt. Ev yek rola wê ya pêşeng a di tibê de û potansiyela wê ya dermankirinê ya pêşerojê ya ji bo nexweşiyê nîşan dide.

Jinek din a navdar jî Malibongwe Precious Matsoso ye. Malibongwe Precious Matsoso, bi rolên xwe di Wezareta Tenduristiyê ya Efrîkaya Başûr û tecrûbeya xwe ya lîdertiyê ya li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de, di şêwekirina polîtîkayên tenduristiyê yên navneteweyî de bi bandor bû.

Kovara Nature, Rêvebera berê ya CDC’ê ya DYE’yê Susan Munar jî di nav namzetên navdar de nîşan da. Susan Munar a nêzî 20 salan mîna zanyarek serbixwe ya hikûmetê kar kir, di heyama Trump de bi ji kar hate girtin. Ev rewş, zehmetiyên ku mirovên zanyar dema di bin zexta siyasî de rastiyên zanistî diparêzin rastî tên, nîşan dide.

Yafaat Mirbel jî bû yek ji zanyarên jin ên navdar ku di lîsteya kovara Nature de derket pêş. Yafaat Mirbel a beşek nû ya pergala bexşangî keşf kir, li ser proteazoman sekinî û peptîdên di hucreyên cûda de bi spektrometriya girse re diyar kir.  Yafaat Mirbel a peptîdan bi daneyên fonksiyonel re lihevanî, eşkere kir ku gelek peptîd dikarin bakteriyan bikujin û di zarên wan de qulan vedike. Ev keşf, di têgihîştina mekanîzmayên parastinê de asoyên nû vedike û potansiyela pêşxistina dermankirinên nûjen a ji bo enfeksiyonên bakteriyan zêde dike.