32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr piştgirî dan Rojava

32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyamek piştgiriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê weşandin û çalakî lidar xistin.

Navenda Nûçeyan- Bi pêşengiya aktîvîstên jin, di çarçoveya 1'ê Sibatê 'Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanî', 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyama piştgiriyê weşandin.

Çalakgeran li bajarê Tswane yê li Efrîkaya Başûr pankartek li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî daliqandin û mîtîngek lidar xistin.

Her wiha têkildarî êrîşên li ser Rojava broşur li xelkê hatin belavkirin. Lîdera sendîkaya GIWUSA jî beşdarî çalakiyê bû.