‘300 milyon zarok li ser înternetê rastî êrişa zayendî hatin’

Rêxistineke cîhanî hişyar kir ku her sal zêdetirî 300 milyon zarok li ser înternetê rastî îstîsmara zayendî tên.

Navenda Nûçeyan – Li gorî lêkolîna ku rojnameya The Guardian di 27’ê Gulanê de weşandiye: Lêkolînerên Zanîngeha Edinburgh diyar kirin ku sala borî li seranserî cîhanê ji sedî 12,6 zarok rastî axaftin, dîmen û wêneyên zayendî yên bê xwestek hatine û ev rêje jî dibe 302 milyon zarok û ciwan di asta cîhanê de. 

Li cîhanê bi milyonan zarok rastî êrişên zayendî hatin

Bi heman rengî, ji sedî 12.5 ciwan ji aliyê kesên mezin ve rastî gotinên zayendî hatine. Di nava van tawanan di heman demê de forma 'xapandinê' ku sextekar ji mexdûran pere dixwazin û dibêjin ku ger bidin dê wêneyên wan neweşînin û teknolojiya kûr-fake ku ji hêla bernameyên zekaya çêkirî ve hatine peydakirin xelet bikar bînin.

Di 23’yê Nîsanê de, rêxistinek li dijî îstîsmarkirina zarokan li ser metirsiya bikaranîna zekaya çêkirî ji bo çêkirina wêneyên tazî yên ciwanan hişyarî da.

Sala derbasbûyî heman saziyê, hişyarî kiribû ku ji bo mexdûr dîmenên ku rewşên zayendî tê de hene bişînin hatine manîpulekirin û gef li wan hatiye xwarin ku ger pereyê dixwazin neşînin dê wan dîmenan biweşînin.