30’ê Adarê di navbera bêsexbêrî û mirina ji birçîna de
Cîhan di astek metirsîdar de xwarinan davêje. Ev rewş bandorê li ewlehiya xwarinê dike û bi aboriya zivrînek, pêşketina ber bi hedefên sifir ên bermahiyan ve lawaz dike. Tenê di sala 2022’an de nêzî 1 milyar ton xwarin hatiye avêtin.
LAVA KURDE
Navenda Nûçeyan – 30’ê Adarê ji aliyê civaka giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 2022’an de wek ‘Roja Sifir Bermahî ya Cihanê’ hatiye aşkerekirin û di sala 2023’an de bi fermî hate nasîn. Armanc kêmkirina bermahiyan û teşwîqkirina ji nûve bikaranînê ye, balê dikşîne ser pêwîstiya lezgîn ji bo pêşîlêgirtina krîza bermahiyan e. Di nava wan de jî qirêjbûna plastîkî ye.
Her sal, di nava 2,1 û 2,3 milyar ton de bermayî tên komkirin. Ger tedbîrên lezgîn neyên girtin, berhemên bermaniyan a salane heta sala 2050’an dê bighê 3,8 milyar tonan.
Qirêjiya bermahiyan, metirsiyê li ser tenduristiya mirovan dike. Salane bi 100 milyar dolarî ji bo aboriya cîhanê tê dayîn. Sê krîzên gerdûnî kûr dike: krîza guherîna avhewayê, krîza xwezayî, ji destdana zevî û cûr be cûrê zindiyan. Ev jî bi krîza qirêjbûn û bermahiyên ji ber avêtina xwarinan e.
Mijara 2026’an: Avêtina xwarinan
Merasîma îsal ya 30’ê Adarê derbarê avêtina xwarinan de ye. Ev pirsgirêk hem faktorek mezin e, hem jî wek qadek pêşî li zirarê dide hawirdorê bigre, dibîne. Cîhan di astek metirsîdar de xwarinan davêje. Ev rewş bandorê li ewlehiya xwarinê dike û bi aboriya zivrînek, pêşketina ber bi hedefên sifir ên bermahiyan ve lewaz dike. Tenê di sala 2022’an de nêzî 1 milyar ton xwarin hat avêtin. Ev mîqtar ji pêncan yekê xwarinê ye.
Ji destdana xwarinê û bêsexberiyê, di aliyê avhewa û hawirdorê de metirsiyek mezin e. Nêzî ji sedî 10’ê dayîna gaza emîsyona gerdûnî pê ktê. Ev rêje di qada emîsyona hewayê de nêzî 5 qatan û emîsyona metaya gerdûnî de nêzî ji sedî 14’an e. Têkoşîna li dijî sexbêriya xwarinê, wek çareseriya bi bandor a avhewayê û pêkanînê tê dîtin û girêdayî nêzîkatiyên sifir a bermahiyan ku zêdebûna çavkaniya zêde dike ye.
Pergala cîhanî ya xwarinê bi neyeksaneke tund karektîzekirî ye. Kêmî tundiya xwarinê di herêmên aloz de mil bi milê zêdebûna xwarinên berbiçav li herêmên din hene. Di destpêka sala 2026’an de, pevçûn hê dibin sedemên sereke yên xelaya xwarinê. Nêzî ji sedî 70’yê mirovan rastî neewlehiya xwarinê tên. Ev rewş tevî ku hilberîna dexl û dan a gerdunî di sala 2025’an de gihîştiye asta rekorê tê jiyîn.
Kêm xwarin li herêmên bi aloz
Cihên germ: Sûdan, Xeza, Başûrê Sûdan, Haîtî, Yemen û di xalên ku herî zêde metirsiya xwarinê lê heye de cih digrin.
Herêmên şer: Hilberîna çandiniyê asteng dike, binesaziyan tune dike û xwegihandina mirovan a alîkariyê sînordar dike.
Bandorên Rojhilata Navîn: Geşedan bador dike, zêdebûna rageşiya herêmê, girtina Tengava Hurmiz û gihandina deryayî ji holê rakir û bihayê enerjî û sotemeniyê zêde dike.
Krîza xwarinê: Di sala 2025’an de, dihat payîn ku 2,3 milyon zarok ji ber kêmkirina butceyê bê çareserî bimînin.
Di 2026’an de zêdebûna xwarinê û buhayên zêde
Di bazarên gerdûnî de hê dexl û dan û birinc bi awayek zêde heye û di sala 2025’an de hilberandina dexl û dan li cîhanê sê hezar û 29 milyon ton qeyd kirine. Her wiha Kanadaya bi hilberîna dexl û dan û baqliyetan derket pêş, di dema ne aramiya gerdûnî de wek peydakariyek bi ewle bal kişand.
Li gorî lêkolînên sala 2025’an welatên Efrîqa wek Malî, Nîjer, Kamerun, Brezîlya, Hindîstan û Arjantînê kapasîteya hilberandina xwarinê zêde ye. Lê belê herçend xwarin hebe jî, bi taybetî ji ber buhayên zêde ya xwarinê li Efrîqa û Asyaya Rojava ji bo beşên xizan xwegihandin zor dibe.
Li gelemperiya dinyayê, zêdeyî 1,3 milyon ton xwarin, ji sêyan yekê xwarina ku nû tê hilberandin, bêsexber dikin. Li beramberî vê yekê, li hinek herêman mirov ji birçîna dimirin. Li gelek herêman birçîbûn wek taktîkên şer tê bikaranîn.
Ji destpêka 2026’an ve, 41 welat hê hewceyî alîkariya xwarinê ya derve ne û ev rewş bi taybetî li Efrîqayê bi awayek eşkere tê dîtin. Ev tablo, nîşan dide ku di xwegihandina xwarinê de newekheviyek cidî heye.
Şerê DYE-Îsraîl û Îranê 30’ê Adarê xetertir dike
Şer dibin sedema tinekirina bînesaziyên çandiniyê, jicihbûna nifusê, qutbûna zîncîrên peydakirinê, zêdebûna lêçûnên hilberandinê. Ev yek jî rê li ber xelaya cidî ya xwarinê vedike. Pevçûn hem bandorê li xwarinên xwecihî û hem jî bazara gerdûnî dike. Bi milyonan mirov ji ber bihayê zêde rû birûyî xeteriya dijwar a birçîbûnê ye.
Rageşiya di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de, bi taybetî qedexekirina derbasbûna barhilgirên deryayê li Tengava Hurmizê, bandorê li ewlehiya xwarina gerdûnî dike. Ev rewş li zincîra derbasbûna sotemeniyê bandor dike, malyetên neqliye zêde dibe û rê li ber bihabûna xwarinan vedike.
Bandorên sereke yên ku dike, ev in:
* Gefê li dabînkirina pêwîstiyên gerdûnî dike
* Rêya bazirganî ya ji herêmê derbas dibe, dike xeterê
* Maliyeta çandiniyê zêde dibe û hilberîn kêm dibe
* Barhilgirên keştiyan berê xwe didin rotayên hê dirêj û biha
* Zêdebûna maliyetên naqliyeta xwarinê
Ger ev rewş wiha bidome, tê texmînkirin ku nêzî 45 milyon kesên din wê rû birûyî xeteriya birçûbûnê bibin. Bi taybetî welatên Kendavê ku di astek mezin de girêdayî îthalata xwarinê ne, di aliyê peydakirinê de dibe ku rastî zoriyên lezgîn bên.
Ev pevçûn, rê li ber kûrkirina krîza birçûbûna gerdûnî ku ji xwe di bin xeteriyek cidî de ye vedike. Bandorên aborî herçend li ser bihayê petrol û gaza xwezayî were nîqaşkirin jî, şer bandorê li ser çandiniyê dike. Ev rewş li gelemperî dinyayayê maliyetên hilberînan zêde dike û li hinek welatan xeteriya mezinbûna neewlehiya xwarinê hildigre.