3 kes ji malbata Pexşan Ezîzî hatin girtin
Dadgeha Tehranê bi tometa ‘Alîkarî û teşwîqkirinê’ sê kesên ji malbata Pexşan Ezîzî girtin û li her yekê ji wan salek cezayê girtîgehê birî.
Navenda Nûçeyan- Parêzvana mafên jinan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an li Îranê hat girtin, ji aliyê şaxa 26’emîn a Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku di bin serokatiya dadger Îman Afsharî de ye cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Li gorî agahiyên ku çalakvanên mafên mirovan ên Îranê dane Ajansa HRANA’yê, Dadgeha Temyîzê ya Tehranê sê endamên malbata girtiya siyasî Pexşan Ezîzî yên bi navê Ezîz Ezîzî yê 36 salî Pirşeng Ezîzî yê 48 salî û Hisên Ebasî yê 48 salî girtin û li her yekê ji wan cezayê saleke girtîgehê birî.
Di nûçeyê de hat gotin ku her sê kes bi tometa ‘Alîkarî û teşwîqkirinê’ hatine girtin û salek cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.