3 jinên Kurd vexwendin merasîma sondxwarina Trump
Sê jinên Kurd ji bo merasîma sondxwarina Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump bibin ku biryar e îro danê êvarê were lidarxistin, hatin vexwendin.

Navenda Nûçeyan – Sê jinên Kurd ji bo merasîma sondxwarina Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump bibin ku biryar e îro danê êvarê were lidarxistin, hatin vexwendin. Tê payîn ku Berpirsa Têkiliyên Derve ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Nûnera MSD ya li DYE Sînem Mihemed û Nûnera Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Trifa Ezîz dê ji bo merasîmê hatine vexwendin.
Her sê jin ji aliyê rêveberiya nû û tîma taybet a Donald Trump ve bi awayekî fermî ji bo merasîmê hatine vexwendin.