29 rêxistinan li dijî cezayê darvekirinê bang kirin
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê tevî 29 rêxistinên din yên mafê mirovan, bi daxuyaniyekê bang li desthilata Îranê kirin ku cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî bê xirabkirin.

Navenda Nûçeyan – Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî berdewam dikin. Divê çarçoveyê de Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê tevî 29 rêxistinên din yên mafê mirovan, bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek belavkirin.
Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa niha ya li Îranê û êrîşên li ser mafê jinan û wiha got: “Êrîşên ser mafê jinan dewam dikin, bi cezakirina cezayê darvekirinê, jin dibin hedef û dûrî pîvanên mirovahiyê ceza tên bicih anîn. Divê civaka navnetewî ji bo rawestandina cezayên darvekirinê pêngavan bavêje, divê ji bo xirabkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, jin bibin yek û dijî vê derbikevin.”
Çi bûbû?
Di 8’ê Çileyê (2025) de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.
Herwiha cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.
Di 13’ê mehê de Kampanya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medya dijîtal ragihand ku di carek din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birîn.
Hate diyarkirin di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê Serokê Liqa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.
Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.