26 Rêxistinên sivîl û tevgerên jin name ji MENY re name şandin

26 rêxistinên sivîl û tevgerên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nameyeke vekirî ji saziyên mafê mirovan, tevgerên mafên jinan û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û xwest statuya YPJ’ê bê parastin.

Navenda Nûçeyan – 26 rêxistinên civakî yên sivîl û tevgerên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nameyeke vekirî ji saziyên mafê mirovan, tevgerên mafên jinan û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand. Rêxistin û tevgeran xwest statuya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bê parastin.

Rêxistin û tevgeran di nameya xwe dibêjin:

“Di aloziya Sûriyeyê de ku pêşeroja me têde tê hedefgirtin, bi rêya lihevkirinên baviksalar û îslamî hewl didin bi her cure zordariyê jinan ji tevahî qonaxên biryardayînê dûr bixin.

Ezmûna bêhempa ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di destana dîrokî ya Kobanê de derkete holê, ne tenê kiryareke leşkerî bû, ew qîrînek li dijî hişmendiya baviksalar bû. Vê hişmendiyê dixwest jinan di bazarên koleyan de bifiroşe. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berdêlên giran ev qeyd û bend şikandin û ji jinên Sûriyeyê re bûn hêvî.

Di nava salekê de me dît ku ji hêla fonksiyonên radîkal ên hikumeta veguhêz de tundî, revandin, tecawiz, qetilkirin pêk hatin. Vê yekê nîşanî me da ku hebûna YPJ’ê pêwîstiyeke.

Em teqez dikin ku hebûna YPJ’ê ne tenê hebûneke leşkerî ye, pêdiviyeke neteweyî û exlaqî ye. Em dixwazin artêşeke me hebe ku li gorî pîvanên mirovî tev bigere, di nava de lîwayên jinan biryara birêxistinbûna xwe bidin.

Her hewldanek ku ji bo marjînalîzekirina tevlîbûna jinan di hêzên leşkerî de, an jî têkbirina parastina rewa, bê guman hewldana jiholêrakirina rola jinan a siyasî, civakî ye. Jinan bi xetereyên cidî re rû bi rû dihêle.

Ji ber vê yekê em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên jinan û demokratîk ên çar aliyên cîhanê dikin ku li ser mijara daxwaza me ya rewakirina hebûna YPJ’ê bisekinin ku tevahî cîhanê şahidiya rola jinan a di şerê li dijî DAIŞ’ê de kiriye.

Em Sûriyeyeke ku pêşeroja wê bi hişmendiya zordariyê bê xêrkirin napejirînin. Em welatekî dixwazin ku parastina jinan garantiya yekem a parastina demokrasiyê be. Çek jî amûrek a parastina jiyanê ye.

Rêxistinên ku name îmze kirine;

  1. Kongra Star
  2. Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
  3. Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
  4. Ofîsa Jinan a Partiya Demokrat a Kesk
  5. Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava
  6. Tevgera Çandî ya Jinan a Hilala Zêrîn a Rojava
  7. Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan
  8. Partiya Avakirin û Geşepêdana Sûriyeyê
  9. Komeleya Şawîşka ji bo Jinan
  10. Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê
  11. Yekitiya Jinên Suryanî
  12. Yekitiya Parêzeran
  13. Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
  14. Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
  15. Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê
  16. Seroka Tevgera Pêşerojê
  17. Encûmena Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê
  18. Ofîsa Jinan a Partiya Biratiya Kurdistanê
  19. Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Partî
  20. Partiya Yekitiya Ermen
  21. Konseya Civakî ya Ermenan
  22. Partiya Demokratîk a Keskan
  23. Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
  24. Mala Jinan a Qamişloyê
  25. Yekitiya Jinên Ermen
  26. Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê