251 roj in Xeza dibin êrişan de ye

Hejmara kesên ku di êrişên artêşa Îsraîlê de ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha li ser Zîvala Xezayê didomin de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 37 hezar û 232’an.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Xezayê der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de artêşa Îsraîlê li herêmên cuda yên Xezayê 3 komkujî pêk anîne, di êrişan de 30 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 105 Filistînî jî birîndar bûne. Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrişên Îsraîlê de li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 37 hezar û 232’an, hejmara birîndaran jî bû 85 hezar û 37.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hê di bin xirbe û li ser riyan cenaze hene û nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.