24 salên bi têkoşîn: Gulistan mînak bû
Rojnamevan Nalîn Dîcle ya ku Gulistan Tara ji nêz ve nas dike, behsa jiyan û têkoşîna wê kir. Nalîn Dîcle ya got “Gulistan mînak bû” anî ziman ku li dijî hedefgirtina her du rojnamegeran ji bo ji hesab bê pirsîn têkoşînekê mezin divê.
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de bi balafirek bêmirov a bi çek êrîşî wesayîdeke rojnamevanan kir li Seyîdsadiqa bajarê Silêmaniyê. Di encama êrîşan de du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan.
Rojnamevan Nalîn Dîcle ku Gulistan Tara nas dike û kar û xebat bi hev re dane meşandin behsa jiyan û têkoşîna Gulistan Tara kir. Nalîn Dîcle da zanîn ku êrîşa li hemberî her du rojnamevanan, di pêvajoya tifaqa Iraq, Tirkiye û PDK’ê de çêbûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Divê em bipirsin, çima rojnamevan di vê pêvajoyê de hatin hedefgirtin? Ev pirsek girîng e, ji ber şêwazê êrîşkariyê, hêzên dijber dixwazin konseptek çawa bidin meşandin, di nava êrîşkariyekî çawa de ne? Bûyera herî dawî, bi awayekî hovane ye dema ku hevalên me diçin ser kar û bernameya xwe çêdikin, êrîşek wiha pêk hat. Ev êrîş rastî pêvajoyek girîng tê, kijan pêvajo ye? Di navbera Iraq, Tirkiye û PDK’ê de tifaqek çêbû. Mixabin ên ku vê tifaqê îmze kirin, her du alî jî Kurd bûn.”
Siyaseta înkarê
Nalîn Dîcle diyar kir ku yek ji biryara di navbera Iraq, Tirkiye û PDK’ê de hatiye girtin, armancgirtina rojnamevanan e û wiha domand: “Em vê êrîşkariya li ser rojnamevanan tenê weke bûyereke asayî nagirin dest. Ev êrîş perçeyek tifaqa gemar a li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê em ye ji lewre di vê pêvajoyê de li herêmên parastina medyayê, qanûnên şer tên binpêkirin. Dîsa Başûrê Kurdistanê di aliyê nexşerê de tê dagirkirin. Li Başûrê Kurdistanê di aliyê aborî de mirov hatine asteke wisa ku nikarin bêhnê bigrin. Jixwe dewleta Tirk berê jî bi PDK’ê re tifaqek pir kûr da çêkirin lê bi rewşa dawî re tişta hat guhertin ew bû ku êdî hikûmeta Iraqê jî xistin nava vê tifaqê, Îran û Sûriyeyê jî dixwazin daxilî vê tifaqê bikin. Armanca wan a esasî ew e ku kesên dijberî Kurdan in, bikşînin nava tifaqê û dixwazin hemû Kurdistanê dagir bikin. Di van demên dîrokî yên ku gelê Kurd dijîn de, dixwazin destkeftiyan têk bibin, nirxên gelê Kurd ên ku hatine bidestxistin tune bikin. Ev tifaq ji bo statuya Başûrê Kurdistanê pir bi xeter e.”
‘Ji bo sûcên xwe veşêrin rojnamevanan armanc digrin’
Nalîn Dîcle destnîşan kir ku dewleta Tirk bi girtin û qetilkirina rojnamevanan, dixwaze pêşî li sûçên ku pêk tîne bigre û wiha got: “Di her pêvajoyê de kengê dewleta Tirk xwestiye asta êrîşên xwe zêde bike, pêvajo û konseptek dijwartir dest pê bike, rojnamevanan hedef girtiye. Hewl daye yan bi girtin an jî bi qetilkirinê dengê wan bibire ji bo ku pêşiya sûçên dikin bigrin. Rola ragihandinê ya di dîroka têkoşînê de sereke ye. Bi qasî salên têkoşînê, salên kevneşopiya çapemeniya azad jî hene. Her dem çapemeniya azad a ku ji Gurbetellî Ersozan dest pê kiriye heta roja me ya îro bi Gulistan Tara berdewam dike. Ev xet her dem bûye hedefa êrîşkariyên dewleta Tirk. Ji bo xeta îxanetkar li Kurdistanê teşhîr bibe, ji bo rayeya wê li axa Kurdistanê were kêmkirin, rola çapemeniyê pir girîng e.”
‘Ev êrîş tirsa li hemberî ragihandina azad nîşan dide’
Nalîn Dîcle got ku Gulistan Tara li dijî planên qirêj ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dihatin kirin, xebatên pir girîng meşandine û got: “Gulistan Tara yek ji wan kesayetên ku li Başûrê Kurdistanê, li aliyekî ji bo êş û azarên jinan vebêje gund bi gund xebat dimeşand li aliyekî jî gelek nivîs nivîsandine û bername çêkirine. Êrîşkariyên li ser herêmên parastina medyayê, planên dewleta Tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê, hem di aliyê siyasî de, hem jî di aliyê civakî, aborî û leşkerî de, ji bo xeteriya wê vebêje, xebat meşand. Ji bo mala Berzanî teşhîr bibe, gel bikeve ferqa vê îxanetê, gelek hewldanên mezin ên rojnamevanan çêbûn ku Gulistan Tara yek ji wan bû. Hêro Behadîn di nav şert û mercên herî zehmet de, weke jineke ji Başûrê Kurdistanê ku şahidiya gelek êrîşên dagirkeran kiriye, weke seknek têkoşer cihê xwe di çapemeniya azad de bi wêrektiyek mezin girtiye. Ji lewre her du jinên pêşeng hedefgirtin, ne tiştek tesaduf e. Ev êrîş tirsa li hemberî ragihandina azad nîşan dide.”
‘Kesayeta Gulistan Tara mînak bû’
Nalîn Dîcle ya ji 2004’an ve Gulistan Tara nas dike, wiha domand: “Ev 20 sal in ez Gulistan Tara nas dikim. Hevalên wiha bandor û keda wan hem weke jin hem weke pêşengên çapemeniya azad pir bû. Ez bawer im her hevalek me ya ku Gulistan Tara nas dike, her jinek û mirovek ku tê de heysiyeta welatparêziyê hebe, dema dîmen û wêneyê wê seyareyê dîtin, mirov di aliyê ruhê de diheje û êşeke mezin dijî. Li gel van êşan mirov bi xwe re têkoşînek mezin dide destpêkirin. Gulistan Tara yek ji wan hevalan e ku di nava têkoşînê de gelek hevalên xwe winda kiriye. Ew xwedî sekneke wisa ye ku em jî wek hevalên wê bi xwe re wê berpirsiyariyê dibînin ku wan ji xwe re mînak bibînin.”
‘Di çapemeniya azad de bû nemir’
Nalîn Dîcle da zanîn ku gelek şagirtên Gulistan Tara hene îro di asta herî bilind de kar didin meşandin û wiha pêl da gotinên xwe: “Dema min dest bi xebatên ragihandinê kir. Wê çar sal beriya min dest pê kiribû. Pir tiştên ku ez jî wê hîn bûme mîna hînbûna klavye, nûçe, dîmen, wênekişandin hene. Dîsa li Rojavayê Kurdistanê pêvajoya herî dijwar a di têkoşînê de ji bo xebatên jinan bi rêxistin bibe, sazîbûna wan çêbibe bi taybetî ji bo Jin TV keda Gulistan Tara pir mezin e. Divê em her dem keda wê bibînin û bi wate bikin. Her kes dikare têkoşînê bimeşîne, dikare weke ferd bi pêşeng tevli bibe lê weke jin wek rêxistinî tevgerandin û birêvebirina saziyan, zehmet û girîng e. Ji bo wê jî seknek pêşeng û rêveber lazim e. Yek ji wan kesên xwedî wê seknê jî Gulîstan Tara ye. Îro şagirtên wê yên ku gelek pîşe jê hîn bûne, xebatê dimeşînin. Mirov bi karên ku dike nemir dibe.”
‘Gulistan gula me ye’
Nalîn Dîcle di dirêjahiya gotinên xwe de hinek taybetmendiyên Gulistan Tara wiha anî ziman: “Gelek taybetmendiyên Gulistan Tara yên xweser hebûn. Ruhê wê pir nazik bû. Weke taybetmendî û heval jî mirovek pir narîn bû. Dema hevaltî dikir jî xwedî têkoşîn bû, dema têdikoşiya jî mirov jê aciz nedibû. Rêbaza wê têkoşînê ava dikir. Me digot Gulistan gula me ye. Kîjan heval pê re dan û standin kiribe, şopeke xwe bi wê re hiştiye. Mirov bi çi şopa xwe dihêle? Bi hezkirin û kedê. Mirov dikare kesayeta Gulistan Tara ji xwe re mînak bigre. Aliyên wê yên mirovhezî û xwazahezî mezin bû. Gulistan Tara di bin taveheyv û baranê de ji meşê pir hez dikir. Ji kulîlkan pir hez dikir û wateyek cuda dida xwezayê. Di heman demê de Gulistan Tara klavyeyê pir xweş bi kar dianî. Ji bo nivîsek dikaribû bi seatan dema xwe veqetanda. Kamerayê bi kar dianî, dinivîsand û wênekêşî dikir. Gulistan Tara di hemû beşên ragihandinê de kar û xebat meşand. Keda di di çapemeniya azad de pir zêde ye. Di 24 salên têkoşînê de bênavber xebatên ragihandinê meşand.”
‘Bi têkoşîna xwe em ê ji kujeran hesab bipirsin’
Nalîn Dîcle herî dawî da zanîn ku divê asta têkoşînê mezin û berfirehtir bibe da ku hesab ji kujeran bixwazin û wiha bi dawî kir: “Em di pêvajoyek têkoşînê ya pir dijwar de derbas dibin. Rêbazên hovane yên qetilkirina jinan divê em nehêlin normal were dîtin. Divê em wek jin û rojnamevan vê zihniyetê teşhîr bikin û ji raya giştî ya cîhanî re vebêjin. Ji bo em ji kujeran hesab bixwazin, ji bo dawî li vê zihniyetê were, lazim e em têkoşînek mezin bimeşînin. Weke rojnamevan û weke jin pêwistî bi têkoşînek pir mezin a xurt heye da ku em bikaribin, ji vê zihniyetê hesab bixwazin û mirasa ku ji me re hiştine bigihîjînin serkeftinê.”