Ev 22 roj in Kobanê di bin dorpêçê de ye
Dorpêça çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê ya li ser Kobanê di roja 22’an de ye. Rewşa mirovî û mercên jiyanê her roj hîn girantir dibe.
Navenda Nûçeyan – Tevî hevdîtinên di navbera şandeyên rêveberiya Kobanê û çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê bi armanca pêkanîna peymana 30’ê Çileyê, çeteyên cîhadîst yên HTŞ’Ê 22 roje Kobanê dorpêç kiriye.
Ji ber dorpêçê rewşa mirovî li Kobanê giran dibe. Derman, şîrên zarokan, xurek û pêdiviyên sereke gelekî kêmin û rewşa debarê ya nêzî 600 hezar kesî tevî koçberan, giran dibe.
Saziya Elektrîkê ya Kobanê doh qebloyên ji ber êrişan zirar dîtibûn, sererast kirin û careke din xistin xizmetê.
Tevî dorpêça giran, li Kobanê zêdetirî 200 hezar koçber li 70 cihan hatine bicihkirin.
Şêniyên Kobanê li hemberî dorpêçê berxwedanê didomînin û weke rêya yekane ya parastina destketiyan dibînin.